
Li dijî eko-qirkirinê 8 hezar îmze
- 14:13 8 Tebax 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Di kampanya îmzeyan a li dijî talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê hat destpêkirin de, di nava 10 rojan de 8 hezar 200 îmze hatin komkirin.
Kampanya îmzeyan a bi navê "Eko-qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye" ku ji aliyê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ve di 29'ê Tîrmehê de li dijî hilweşîna xwezayê û birîna daran a li bajêr hat destpêkirin, dewam dike. Ji bo komkirina îmzeyan, li navend û navçeyên Şirnexê stand hatin danîn. Di navbera 29'ê Tîrmehê û 7'ê Tebaxê de bi giştî 8 hezar û 200 îmze hatin komkirin.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram anî ziman ku kampanya bi serdanên tax û malan didome û spasiya kesên piştgiriyê didin kampanyayê kir. Şenbayram diyar kir ku kampanya niha li Elkê û Qilabanê berdewam dike.
Şenbayram diyar kir ku ew ê li dijî wêrankirina xwezayê her îmzeya her welatiyekî berhev bikin û wiha got: "Heta ku polîtîkayên eko-qirkirin li Şirnexê bi dawî bibin wê kampanyaya me bidome."
Îmzeyên hatine komkirin wê ji walîtî, Midûriyeta Daristanê ya Herêmê û meclisê re bên şandin.