
Şewata li Licê hat vemirandin
- 16:01 8 Tebax 2025
- Ekolojî
AMED - Şewata li gundê Firdês ê Licê derketî hat kontrolkirin.
Li gundê Firdêsê yê navçeya Licê ya Amedê şewat derke. Bi belavbûna şewatê re xetere li ser axur û malên welatiyan çêbûn. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Licê mudaxileyî şewatê kirin. Şewat hate kontrolkirin.
Li herêmê xebatên sarkirinê hatine destpêkirin.