Li Balikesîrê erdhej: Li hinek taxan avahî hilweşiyan

  • 20:49 10 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Balikesîrê bi meznahiya 6.1 erdhej pêk hat. Di serî de li Stenbolê, li gelek bajaran erhej hat hîskirin.
 
Li gorî daxuyaniya  AFAD'ê navenda wê Balikesîr bi meznahiya 6.1 erdhej pêk hat. AFAD’ê da zanîn ku saet di 19.53’an de navenda wê navçeya Sindirgi ya Balikesîrê ye di kurahiya 11 kîlometreyî de erdhej pêk hatiye.
 
Avahî hilweşiyan
 
Piştî erdhejê hinek avahî hilweşiyan. Şaredarê Sindirgi Serkan Sak wiha got: “Di avahiya hilweşiyayî de 6 kes diman. Me 4 heb xilas kirin em hewl didin, du kesên mane jî bên xilaskirin. Dermanxaneya bin aahiyê bi giştî hilweşiya. Li gelek taxan hilweşîn heye. Me ji hinek deran agahî negitiye û di operatorên GSM’ê de pirsgirêk heye.
 
Li gorî parvekirinan erdhej nêzî 30 saniyeyî berdewam kiriye.Wezîrê karê hundir  Alî Yerlîkaya der barê mijarê de axivî û got heta niha rewşeke neyînî tuneye. 
 
Cigirê serokomar Cevdet Yilmaz daxuyaniyek da û got geşedanan dişopînin û xebatan didomînin.