Danişîna Hulya û Zeyyat hat taloqkirin

  • 12:30 22 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza Hevserokên HDP’ê yên Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan hate taloqkirin. 
 
Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hulya û Zeyyat tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. 
 
Di danişînê de hat diyarkirin ku îdianameya bi daxwaza yekkirina dozên Hulya hatiye amadekirin nehatiye pêşkeşkirin. Dozger û parêzaran xwestin ku îdianameya nû were pêşkeşkirin û kêmasiyên di dosyayê bên temamkirin. 
 
Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê Gulanê kir.