Ji bo muayeneya bi kelepçe ya Derya Ren biryara neşopandinê

  • 12:33 22 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Piştî rojnameger Derya Ren hat girtin şûnde ji bo kontrola tendirustiyê polîsan ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubi û li vir muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Li ser vê yekê Derya gilî kir. Ji bo muayeneya bi kelepçe ya rojnameger Derya Ren biryara neşopandinê hat dayin. 
 
Li Amedê di 25'ê Cotmeha 2022'yan de Derya Ren hatibû binçavkirin û bi hinceta cezayê wê yê teqez heye hatibû girtin. Piştî rojnameger Derya Ren hat girtin şûnde ji bo kontrola tendirustiyê polîsan ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubi û li vir muayeneya bi kelepçe lê hat ferzkirin. Li ser vê yekê Derya gilî kir. Ji bo muayeneya bi kelepçe ya rojnameger Derya Ren biryara neşopandinê hat dayin.