Rûniştina rojnameger Pelîn Ozkaptan hat taloqkirin

  • 12:42 22 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rûniştina yekem a rojnameger Pelin Ozkaptan jê hat darizandin bi hinceta ji bo amadekirina mutalaya derbarê esasê de divê dosya ji dozger re bê şandin, hat taloqkirin. 
 
Rûniştina doza ewil a rojnameger Pelin Ozkaptan bi îddiaya "propagandaya rêxistinê" jê tê darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran aq Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Pelînê û parêzer Emine Ozhasar amade bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dest pê kir. Pelîn û parêzera xwe parastin kirin. 
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryara divê bi hinceta ji bo amadekirina mutalaya derbarê esasê de  dosya ji dozger re bê şandin, da.
 
Rûniştin taloqî 28'ê Gulanê hat kirin.