Doza rojnameger Canan Coşkun hat betalkirin

  • 14:18 22 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Duyemîn rûniştina doza ku rojnameger Canan Coşkun bi îddiaya "nîşandana hedefgirtina kesên di nava têkoşîna li dijî terorê de cih girtine" jê dihat darizandin bi biryara dadgehê ya ji ser dozê 5 sal derbas bûye, hat betalkirin. 
 
Duyemîn rûniştina doza ku rojnameger Canan Coşkun bi îddiaya "nîşandana hedefgirtina kesên di nava têkoşîna li dijî terorê de cih girtine" jê dihat darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Canan û parêzera xwe li rûniştinê amade bûn. 
 
Heyeta dadgehê bi hinceta ji ser dozê 5 sal derbas bûye, doz betal kir.