Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir

  • 11:50 27 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz ji tawanbariyên lê dihatin kirin beraet kir. 
 
Duyemîn danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. 
 
Nadiye Gurbuz tevli danişînê nebû lê parêzerên wê amade bûn. 
 
Dadgehê ji bo Nadiyeyê biryara beraetê da.