'Divê kesên mafê jiyanê yên xizmên me, ji wan girtine bên darizandin'

  • 12:10 27 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê û rêveberên ÎHD'ê jî di nav de 20 kesên bi îddiaya "Mûxalefeta li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan" dihatin darizandin derketin pêşberî dadger. Di rûniştina ewil a dozê de Îkbal Eren got:"Ji ber ku min li aqubeta birayê xwe Hayrettin Eren pirsî ez têm darizandin lê belê ne ez kesên mafê jiyanê yê birayê min jê girtiye divê ew bên darizanin."
 
Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasarayê di hefteya 950'î ya çalakiya ji bo aqubeta xizmên xwe de bi tundiya polîsan hatibûn binçavkirin. Dayikên Şemiyê û rêveberên ÎHD'ê jî di nav de 20 kesên bi îddiaya "Mûxalefeta li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan" dihatin darizandin derketin pêşberî dadger. Rûniştina ewil a dozê li 39'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Kesên tên darizanin tevli rûniştinê bûn
 
Ji 20 kesên tên darizandin Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, Mirovên Şemiyê Besna Tosun, Maside Ocak, Mikail Kirbayir, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Aylin Tekiner, Îkbal Eren, Mukaddes Şamiloglu, Hatice Korkmaz, Îsmail Yucel, Ali Tosun, Ali Ocak, Selvi Gulmez, Cuneyt Yilmaz, Îrfan Bilgin, Hunkar Hudayi Yurtsever, rêveberên ÎHD'ê Meryem Bars û Sebla Arcan û parêzer Meriç Eyuboglu bi parêzerên xwe re li rûniştinê amade bûn.
 
Di rûniştina ewil a dozê de Îkbal Eren got:"Ji ber ku min li aqubeta birayê xwe Hayrettin Eren pirsî ez têm darizandin lê belê ne ez kesên mafê jiyanê yê birayê min jê girtiye divê ew bên darizanin."
 
Wê derbasî eywana mezin bibin
 
Piştî parastina Îkbalê parêzer û kesên tên darizandin dan zanîn ji ber eywan têrê nakê loma jî rûniştin wiha dewam nake. Dadger ji bo rûniştin li eywaneke hîn mezin bê lidarxistin rûniştin taloqî saet 13.30'an kir.