Ji Dadgeha Bilind biryara derengmayî

  • 11:39 1 Adar 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di 2017'an de ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal bi îddiya "propagandaya rêxistinê" û ji ber çêkirina nûçeyan li rojnameger û wênesaz Zehra Dogan 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hatibû birîn. Dadgeha Bilind derbarê Zehrayê de da zanîn dadgehên herêmî çewtî kirine û divê Zehrayê berat bikira. 
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinan a bi KHK'ê hat girtin û wênesaz Zehra Dogan ji ber nûçeyên di navbera salên 2015-2016'an di serdema qedexeya derketina derve de çêkir û ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal bi îddiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat darizandin û 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Îtiraz li dijî cezayê di 9'ê Gulana 2017'an de  ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû dayin, hat kirin. Dosya wê demê birin Daîreya sêyem a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê (BAM) û di 9'ê Gulana 2017'an de biryara redkirina îtirazê hatibû dayin. 
 
'Dadgeha herêmî çewtî kiriye'
 
Li ser vê yekê dosya birin Dadgeha Bilind. Daîreya Cezayê 3'yem a Dadgeha Bilind biryara ceza xera kir û got dadgeha herêmî çewtî kiriye divê Zehrayê berat bikira. 
 
Li gor biryara bi hincet Dadgeha Bilind derbarê Zehrayê de da zanîn dadgehên herêmî çewtî kirine û divê Zehrayê berat bikira.