Di bin banê Baroya Wanê de Navenda Mafên Jinan hat vekirin

  • 12:59 7 Adar 2024
  • Hiqûq
 
 
WAN - Di vekirina Navenda Mafên Jinan a di bin banê Baroya Wanê de hat destnîşankirin ku dê li dijî her cureyê tundiyê li gel jinan cih bigirin û  di vê mijarê de dê serlêdan bên girtin.
 
Baroya Wanê Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Mafên Jinan vekir. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt, Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Serokê Baroyê Sînan Ozaras û gelek endamên baroyê yên parêzer û saziyên sivîl beşdarî vekirina buroyê bûn. Merasîma vekirinê li ber Edliyeya Wanê hat lidarxistin.
 
Beriya vekirinê li ber Edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin de, metna daxuyaniyê ji aliyê endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Dogruci Borazan ve hat xwendin. Mariye bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û got, "Em girîngiyê didin vê roja ku ya me ye, em li dijî binpêkirinên mafên jinan ên li herêma ku lê dijîn û li tevahiya cîhanê, bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin..."
 
Piştî daxuyaniyê li edliyeyê Navenda Mafên Jinan hat vekirin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Rabîa Ozgokçe beriya vekirinê axaftinek kurt kir û spasiya hemû kesên ku bi wan re bûn re spas kir. Rabîa da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve desteka hiqûqî didin hemû jinên tundî li wan hatiye kirin.