Endamên heyeta navneteweyî: Tecrîd rêbaza îşkenceyê ye

  • 09:14 8 Adar 2024
  • Hiqûq
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Parêzerên di Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî tecrîdê cih digirin, diyar kirin ku tecrîd rêbazek îşkenceyê ye û ji bo tecrîd rabe wê xebatên polîtîk bimeşînin.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. "Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd" ku 12 parêzerên ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê tê de cih girtin li dijî tecrîdê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn. Heyetê di 1’ê Adarê de bi nûnerên civaka sivîl û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya Stenbolê re serdan pêk anîn û di 2’yê Adarê de li şaxa OHD’ê ya Beyoglu ya Stenbolê li otelekê konferansa "Li dijî siyaseta tecrîdê têkoşîna aştî û azadiyê" pêk anîn.
 
Parêzer û endama Navenda Şopandina Mafê Mirovan a ji Galîçya ya herêma Bask a Îspanyayê hatiye Raquel Crespo Castro û endama International Commission of Jurists a Swîsreyê (Komîsyona Hiqûqnasên Navneteweyî) parêzer Jasmîn Sazvar ku di heyetê de cih digirtin der barê tecrîdê û xebatên ku wê vegerê de bikin vegotin. 
 
‘Ev têkoşîn ne tenê berpirsyariya Kurdan e’
 
Endama Navenda Şopandina Mafê Mirovan Raquel Crespo Castro da zanîn ku tecrîd di bin standardên navneteweyî de ye û got: “Li gorî Rêbazên Mandela mirovek ji 15 rojî zêdetir di bin tecrîdê de bimîne ev işkence ye. Ev gavek e ji bo pêşîgirtina rêxistina civakê ya li dijî hikûmetê ye. CPT Îmraliyê ziyaret nake û raporê aşkera nake. Ev nayê qebûlkirin. Ev nîşan dide ku organîzasyon naxebite. Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê tecrîd mînakek paradîgmatîk teşkîl dike. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû qada navneteweyî. Pirsgirêka edaletê tenê Tirkiyeyê eleqeder nake. Bi qasî bi Fîlîstînê re eleqedarbûn heye divê bi pirsgirêkên Kurdistanê re jî eleqederbûn hebe. Divê bi binpêkirinên mafan re eleqeder bibin. Divê pergala mafê mirovan hîn aktiftir be. Biryarên ji bo parastina mafên mirovan hatine girtin divê li ser kaxizan nemînin. Divê gavên aktîf bên avêtin. Ewropa di vir de berpirs e. Divê em vê bînin ziman. Ev ne tenê berpirsiyariya Kurdan e.”
 
‘Çapemeniya Ewropayê Tirkiyeyê wek cihekî turîstîk nîşan dide’
 
Raquelê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Çapemeniya Ewropa Tirkiyeyê wek cihekî turîstîk nîşan dide. Li Kurdistanê hemû tevgerên polîtîk, femînîst û sivîl tên krîmînalîzekirin. Ji aliyê hikûmetê ve me binpêkirinên cidî yên mafan dîtin. Îşkenceya li hember girtiyan û malbatan nayê dîtin. Dema vegerim Galîçyayê ez ê van parve bikim. Divê hikûmeta me zexta polîtîk li hikûmeta Erdogan bike. Tişta ewil divê bê kirin şikandina tecrîdê ye û berdana girtiyên siyasî ye.”
 
‘Tecrîd rêbaza îşkenceyê ye’
 
Endama Komîsyona Hiqûqnasên Navneteweyî û parêzer Jasmîn Sazvar jî daxuyakirin ku bi delegasyonê re hatine herêmê û binpêkirinên mafan şopandine. Jasmînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd pirsgirêkek girîng e. Pirsgirêkên Kurda ji ya tê zanîn zêdetir in.  Tecrîd rêbaza îşkenceyê ya bandor li ser tenduristî û psîkolojiya mirovan dike ye. Ez tecrîdê wek rêbaza îşkenceyê vedinasînim. Encama erênî ya tecrîdê tune ye. Me dît ku têkoşîna gelê Kurd çiqas mafdar e. Dayikên Nobeta Edaletê ez gelek hestiyar kirim. Em ê wek heyet wê raporê amade bikin.  Piştî vegerim ez ê van ji civaka Swêdê re vebêjim.”