Rûniştina hunermend Emel Çiftçi hat taloqkirin

  • 11:43 14 Adar 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Rûniştina doza hunermend Emel Çiftçi ya bi îfadeyên şahidê nepen "Ulaş" hatibû girtin, bi hinceta temakirina hisûsên kêm, hat taloqkirin. 
 
2'yemîn rûniştina doza hunermend Emel Çiftçi ya li Amedê bi îfadeyên şahidê nepen "Ulaş" hat girtin û ji sûcê "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêveberina rêxistinê" tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Emela ku di celseya borî de tehliye bû li rûniştinê amade bû. Her wiha parêzerê Emelê Şerzan Yelboga jî rûniştin şopand. Dozger xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. 
 
Piştî parastinan Emel û parêzerên wê daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî û qedexeya derveyî welat kir. 
 
Dadgehê biryara qedexeya derketina derve ya Emelê rakir û rûniştin taloqî 28'ê Gulanê kir.