Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin

  • 12:53 6 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî di bin navê “zewacê” de destdirêjî lê hatibû kirin û derbarê mijarê de doz hatibû vekirin. Doz, li îstînafê hatibû betalkirin û jinûve hate dîtin û danişîna dozê hate taloqkirin. 
 
Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G., di bin navê “zewacê” de bi “murîdê” Yûsûf Ziya Gumuşel ê bi navê Kadîr Îsteklî re bi rêya mehra olî hatibû  “zewicandin” û destdirêjî li zarokê hat kirin. Derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin û cezayê di dozê de hatibû dayîn, ji hêla Dadgeha îstînafê ve hatibû betalkirin. Doz jinûve hat lidarxistin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûc Kadîr Îsteklî û Yûsûf Ziya Gumuşel di danişînê de amade bûn. Dayik Fatima Gumuşel ku derheqê wê de biryara girtinê heye, ji ber ku hêj nehatiye girtin tev li danişînê nebû. 
 
Parêzerên bersûcan hincet nîşan dan û dadgehê jî danişîna dozê taloqî 10’ê hezîranê kir.