Ji bo endama meclîsa şaredariyê ya berê ceza hat xwestin

  • 14:20 8 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Endama meclîsa şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Şehriban Zugurli li ser xirakirina biryarê ya îstinafê dîsa hat darizandin û di doza jê dihat darizandin de ji "endamtiya rêxistinê" ceza jê re hat xwestin. 
 
Endama meclîsa şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Şehriban Zugurli bi hinceta "endamtiya rêxistinê","serhildana li dijî peywirê" hatibû darizandin û doz lê hatibû vekirin. Di rûniştina biryarê ya di 23'yê Adara 2023'yan de dosyaya dozê ya jê ceza li Şehribanê hatibû birîn ji îstinafê vegeriya. Di rûniştina biryarê ya li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de dozger daxuyaniyên çapemeniyê yên li dijî qeyûman wekî hincet nîşan da û ji sûcên "endamtiya rêxistinê","serhildana li dijî peywirê"  xwestibû bê cezakirin. Dadgehê jî 18 meh û 22 rojan ceza da Şehribanê. 
 
Piştî îstinafê biryar xera kir şûnde 3'yemîn rûniştina dozê ya Şehriban jê dihat darizandin hat dîtin. Şehriban û parêzerên wê Gulan Çagin Kaleli û Şeyhmus Şat li rûniştinê amade bûn. 
 
Dozger ji "endamtiya rêxistinê" ji Şehribanê re ceza xwest. Parêzeran li dijî mutalayê dem xwestin. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 28'ê Gulanê kir.