Li dijî zihniyeta serdest a mêr li ser piyan dimîne

  • 09:05 25 Hezîran 2023
  • Jiyan
AMED - Jina bi navê Remziye Çalan a ku li taxa Şilbê ya Yenîşehîrê karê dirûnkariyê dike, di temenê biçûk de xwe fêrî dirûnê dike. Karê dirûnkariyê ji Remziyeyê re weke kevneşopiyekê maye û ew jî fêrî jinên ku ji ber şêrê Sûriyeyê neçar mane koç bibin, dike. Remziye bi vê yekê re rihê piştevaniya jinê mezin dike.
 
Jin ji dîrokê heta niha, li hember hemû zor û zehmetiyan têkoşînek mezin didin, ji aliyekî ve jî bi newekheviya zayendî ya civakî re rû bi rû dimînin. Lê belê jinê li hember hemû şert û mercên zehmet jî bi berxwedana xwe di nava civakê de cihê xwe girtiye. Jinên ku li dijî zihniyeta serdest a mêr îro li berxwe dide, astengiyên mezin derdikevin pêşiya wan. Jinên xebatkar û kedkar jî bi van astengiyana rû bi rû dimînin. Jin ligel hemû astengiyan bi berxwedana xwe dibe bersiv û berpirsyariya jiyanê digire li ser milên xwe. Jinên kedkar ji bo ku debara mala xwe bikin di her qadên xebatê de cih digirin. Ji  van jinan yek jê jina dirûnkar Remziye Çalan e.  
 
Xwe bi xwe ferî dirûnkariyê bû
 
Remziyeyê di sala 1963’yan de li navçeya Pîranê ya  Amedê hatiye dinyayê, piştî ku dizewice bi malbata xwe re li taxa Şilbê ya navçeya Yenîşehîrê bi cih dibe. Remziye ya ku dayika 4 zarokan e, ji ber dayika wê karê dirûnkariyê kiriye û eleqeyek nîşan dayê xwestiye ku wek dayika xwe bibe dirûnkar. Remziyeyê, anî ziman ku ew dema zarok bûye dayika wê ji bo debara malê bike karê dirûnê kiriye û di temenê biçûk de vî karî bala wê kişandiye. Remziyeyê, diyar kir ku dema dayika wê dirûn dikir ew jî bûye alîkar û bi vî rengî fêr bûye. Remziyeyê, wiha got: “Dema ez zarok bûm dema dayika min dirûn dikir, ez jî diçûm cem wê û min dixwest alîkariya wê bikim. Dayika min ji bo ku ez zirarê nedim cilên kirîgeran destûr nedida ku alîkariya wê bikim. Ji ber vê yekê jî min jî bi dizî diçû libasan jêdikirim û model derdixistim. Perçeyên biçûk ên ku zêde ji van diman, min ew jî ji xwe re dikir pitik. Destpêka min a dirûnkariyê bi taybetî bi meraqê derket holê. Ez ev 7 sal in debara xwe bi dirûnkariyê dikim. Lê belê demeke pir dirêj e bi karê dirûnkariyê re mijûl im.”
 
Mezinkirina piştevaniyê ya bi rihê jinê
 
Remziyeyê, diyar kir ku ji bo karê dirûnkariyê tu perwerdehî nedîtiye û bi keda destên xwe fêr bûye û xwe roj bi roj pêş xistiye. Remziyeyê dema ku dest bi kar kiriye ji ber rewşa aboriyê ne baş bûye bi tenê makîneyek wê hebûye û bi wê re dirûn kiriye. Remziyeyê, ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê karê xwe pêş xistiye û bi demê re ji xwe re 6 makîneyên dirûnê kiriye. Remziyeyê, ji ber kirêyên dikanan zêde bûye nekarîbûye ji xwe re dikanekê bigire û ji ber vê yekê odeyek xwe ji xwe re kiriye cihê kar. Remziyeyê ji xeynî dirûtina cilên jiyanî, her wiha ji ber eleqeyek wê ya li hember cil û bergên kurdî hene, dirûtina wan jî dike. Remziyeyê, bal kişand ser şerê Sûriyeyê û got ji ber şer jinên li wê derê neçar mane û koçî vir kirine. Remziyeyê, ji bo ku alîkariyê bide jinên ji wir hatine û piştevaniya wan bike, wan fêrî karê dirûnê dike. Remziyeyê, wiha dewam kir: “Min dît ku jinên ji Sûriyeyê hatine pir zehmetiyê dikşînin û min jî xwest ku alîkariya wan bikim. Ji bo ku ew jî li ser nigên xwe bisekinin û debara xwe bikin min wan fêrê karî dirûnê kir û di atolyeya xwe de cih da wan jinan jî. Li ser vê yekê ji bo ku baştir fêr bibin min perwerde da wan. Piştî demek kurt fêrî kar bûn û bi vî karî debara xwe dikin”
 
Li hember şert û mercên zehmet karê xwe dike
 
Remziyeyê, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku di navbera jinên li taxa Şilbê dijîn de, li hember zehmetiyên mezin a jiyanê piştevaniyek mezin heye û wiha pê de çû: “Cîranên min pir baş in. Em alîkariya hevdû dikin. Ev 50 sal in li vê derê dijîm. Welatiyên Şilbê her tim piştgirî dan min. Ez dizanim ku jinên xebatkar gelek zehmetiyê dikişînin. Lê ez di vê mijarê de bi şans bûm. Ji ber ku welatiyên Şilbê bi her alî ve hestiyar in. Ev bi salan e ez her tim li ser lingên xwe sekinîm û ez ê bisekinim.”
 
‘Divê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin’
 
Remziye ya ku bi şert û mercên zehmet ên jiyanê re têdikoşe, ji aliyekî ve jî bi malbata xwe ve bi pêkanînên îktîdarê re rû bi rû dîmene. Remziyeyê, destnîşan kir ku hevjînê wê jî ji ber siyasetê hatiye girtin, 5 sal û nîvan di girtîgehê de maye. Remziyeyê, di vê pêvajoyê de jî hem debara malê kiriye û hem jî li hevjînê xwe yê li girtîgehê nihêrtiye. Remziyeyê, di vê pêvajoyê de ji ber mûçeya dirûnkariyê têra malê nekiriye, neçar maye ku karê keda destan bike û li bazarê firotiye. Remziyeyê, da zanîn ku jin li hember hemû zehmetiyan dikare li ser nigan bimîne û got di civakê de ji ber hişmendiya mêr jin biçûk tê dîtin. Remziyeyê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji bo aboriyê alîkarî ji mêr nexwestiye û bi destên xwe li ser nigên xwe maye. Remziyeyê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêr bi tenê li qehweyan rûdinên û li derve digerin, ji xwe re kêyfê dikin. Lê jin, hem bi kar û barên malê re mijûl dibe, hem zarokan xwedî dike û hem jî dixebite. Kar û barê jinan hem li derve û hem jî di hindir de bênavber didome. Ger jin bixwaze dikare her tiştî bike. Divê jin di her qadên jiyanê de cih bigire.”