Ji bo Hediyeyê jiyan di saet 04.00'an de dest pê dike

  • 09:04 2 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
 
Rojda Aydin 
 
AMED -  Ji bo Hediyeyê jiyan di saet 04.00'an de dest pê dike, bi keda destê xwe debara xwe dike. Çend zehmetiya kar û barê rojane tîne ziman jî xweşiya jiyana xwezayî jî bi bîr tîne. 
 
Şêniyên gundê Elîbegan a navçeya Gêlê ya Amedê bi çandinî û xwedîkirina li sewalan debara xwe dikin. Li gund nîsk, nok, genim, ceh û zebze tên çandin û bi vê debara xwe dikin. Her wiha ji darên fêkiyan jî sûdê digirin. Ajansa me berê xwe da gund û xwest jiyana rojane ya jinan bîne ziman. 
 
Ajansa me bi Hediye Yakut re axivî. Hediye çend zehmetiya kar û barê rojane anî ziman jî xweşiya jiyana xwezayî jî bi bîr xist.  
 
‘Li gund her tişt xwezayî ye’
 
Hediyeya ku 54 salî ye, bi xwedîkirina sewalan û çandiniya zebze û genim debara xwe dike. Hediye, daxuyand ku li gund hemû tişt xwezayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em genim, ceh û nîskan diçinin. Her wiha baxceya me jî heye û ez zebzeyan jî diçinim. Xeynî wan jî sewalan jî xwedî dikim. Ez penêr û mast jî çêdikim. Mirîşkên min jî hene. Bi wan yekan debara xwe dikim."
 
Bi firotina zebze, fêkî, şîr û mast debara xwe dike
 
Hediye, da zanîn ew di baxceyê wê de zebzeyên wek xiyar, petêx, firîngî, îsot, balîcan, fasûlî, bamye, şînahiyên cûr bi cûr û gelek tiştên din hene û wiha got: “Xeynî van jî darên fêkiyan hene. Dema dinya germ dibe karê me jî zehmet dibe. Ez pir kedê didim û zehmetiyê van karan jî dikşînin. Îro ew zebze û fêkiyên ku li bazarên Amedê tên firotan em bi destên xwe diçinin. Ji ber vê yekê em tu fêkî û zebzeyan ji bajar nastînin. Tenê tiştên wek rûn, meqerne û hewd li bajar dikirin. Em bi firotina zebze, fêkî û şîr û mast debara dikim." 
 
Jiyan di saet 04.00'an de dest pê dike 
 
Ji bo Hediyeyê jiyan di saet 04.00'an de destpê dike û piştî nimêjê dest bi karê rojane dike. Hediye wiha bal kişand ser kar û barê xwe: "Pêşî baxceyê xwe av didim. Piştre av didim sewalên xwe. Dûre jî berê sewalên didim çêrê. Sê heb mangê min hene û di nava rojê de ez wan didoşim. Ez şîrê wan mangeyan difroşim maşîneyên ku ji Amedê tên. Her wiha ez bi vê şîrê mast, penêr, toraq û rûn jî çêdikim. Bi wan karan re ez karê malê jî dikim. Paqijî û xwarin çêkirin û hwd.Yani roja min wiha derbas dibe heya êvarê.”
 
Payîzê amadekariyên zivistanê 
 
Hediye, diyar kir ku payîzê jî dest bi amadekariyên ziwistanê dikin û got: "Ji bo zivistanê em balîcanan hişk dikin, tirşiyê çê dikin. Em şînahiyên wek kereng dikin sarincê û dema dibe zivistan em derdixin û dixwin. Em toraq û rûnê xwe hiltînin. Her wiha ez ji bo xwarinê pûjan û rihan hişk dikim. Her wiha hîro, beybûn û xecxecok kom dikim û hişk dikim ji bo zivistanê.”
 
Cîrantiya gelek xweş e 
 
Hediye, bi lêv kir ku her çixwasî çanda berê zêde nemabe jî ew xwedî li çanda dengbêjiyê derdikeve û wiha dibêje: “Dema ez bi cîranên xwe re diçim li ber sewalên xwe bi hev re stranan dibêjim. Em bi stranên ku dibêjin re govendê digerînin. Ez ji dayîka xwe fêrê gelek tiştan bûm. Ev 27 sal in ez zewicîme û li vê gundê me. Cîrantiya me bi gundiyan re gelek xweş e. Em hertim li cem hevdû ne.”