Li hemberî romanan heman polîtîka: Cudakarî

  • 09:06 4 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Koordînatora Tora Diyaloga Romanan Elmas Arûs, bal kişand ser binpêkirinên mafên jinên roman û diyar kir ku rêxistin û aktîvîstên ku ji bo mafan têdikoşin divê zêdetir bi jinên roman re eleqedar bibin.
 
Li tevahiya cîhanê tê tehmînkirin ku 50 milyon roman hene. Nêzî 5 milyon roman jî li Tirkiyeyê dijîn. Wekî welatên din li Tirkiyeyê jî bi her avahî bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Seroka Komeleya Cudakariya Sifir û Koordînatora Tora Diyaloga Romanan Elmas Arûs derbarê cudakariya li hemberî jinên romanan ji ajansa me re axivî. 
 
Elmas, daxuyand ku mafên romanan ên bingehîn tu carî nayê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roman nixwazin ji perwerdê, tenduristiyê û starbûnê wek welatiyên din sûdê bigirin. Gelek roman bêyî tapû li xaniyên herî xirab de neçar dimînin ku bijîn."
 
Pêşdaraziya li hemberî romanan
 
Elmas, da zanîn ku di tevahiya qadên jiyanê hatine deqkirin û got: "Ji bo romanan dibêjin kesên bi karê xirabre mijûl dibin û diz. Ev pêşdaraziyek mezin li hemberî romanan e. Di dibistan û îbadetxaneyan de di herî dawiyê de cih digirin. Li gorî her herêmê cudakariyan re rûbirû dimînin. Bê ewlehî dijîn. Lehî bibe serê ewilî ev dibin mexdûr, ji ber ku xaniyên ku herî xirab de dijîn. Di karê herî zehmet de dixebitin û wisa debara xwe dikin. Her wiha ligel karê herî xirab jî dîsa civak naxwaze bi romanan re bixebite. Lê belê ji bo bijîn neçar dimînin ku bi her awayî bixebitin." 
 
Polîtîkayên li hemberî romanan
 
Elmas, diyar kir ku dewletan ji bo romanan nexşerêyek amadekiriye û Tirkiye jî di vê çarçoveyê de wekî kesima dezavantaj nêzî romanan dibe û wiha bi lêv kir: "Li Ewropayê nêzîkatî cûda ye lê encam heman tiştê. Li Balkanlarê taxa Romanan heye û wêneyên wan binêrin cudakarî nîne. Encamên polîtîkayên li hemberî romanan naguhere. Çend mafê wan ên welatiyên hevpar tên nasîn jî wekhevî nayê wateya edaletê." 
 
Dema dibe hilbijartin tên taxa romanan
 
Elmas di axatfina xwe de wiha bal kişand ser mafê romanan: "Ji bo çareseriya pirsgirêkên romanan divê vînek bê nîşandan. Divê ji bo wan budçeyek veqetînî. Divê vê samîmiyet û vînî nîşan bidî. Hûn nasnakin lê derbarê wan de gelek tiştan xêz dikin. Dema dibe hilbijartin ji bo deng diçin taxan. 600 rêxistinên romanan heye û hêj jî hewl didin ku xwe birêxistin bikin. Ev tişt nû tê axaftinin. Civaka ku hêj av, ceyran û banê wan nîne heye. Hêj malbatên ku di mal de tup tuneye hene." 
 
Di nav 600 rêxistinan de temsîliyeta jinan nîne 
 
Elmas, destnîşan kir ku jinên roman bêtir bi cudakariyê re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Karê xwedîkirina li zarokan, nexweşan û nivîşkanan, li ser pişta jinê ye. Me got 600 rêxistin hene lê di nav de temsîliyeta jinan nîne. Gotin û daxwaz ne li gorî jinê ye. Plana Çalakiya Stratejîk a Romana a hikûmetê heye lê belê di nav vê planê de ji bo jinan tiştek nîne. Ev plan hêzkirina mêran û hepskirina jinan a di nava malê de esas digire. Dema rewş wisa be di nava newekheviyê de jin bêtir newekheviyê dijîn. Di nava edaletê de jin nîne, dema jinê nîne ku behsa xwe bike." 
 
Cudakariya li hemberî jinan
 
Elmas wiha behsa rewşa jinên roman kir: "Jinên roman li gorî mêrên roman bêtir bi cudakariyê re rûbirû dîmine. Mêr bi cil û bergan diguhere. Lê dema jin bi cil û bergên xwe yên gelekî li xwe dike bi cudakariyê re rûbirû dîmine. Dema em diçin rawestgehan û ji ber ku xwendin û nivîsandina me nîne em otobûsên Bayrampaşayê dipirsin welatî wekî em diz in nêzî me dibin, ji me dûr dikevin. Di nav xebatên sazî û rêxizinên jinan de em cuda tên dîtin."
 
Bi hêzkirina mêran paşve hiştina jinan
 
Elmas, diyar kir ku di nava Tora Piştevaniya Romanan de ji sala 2011’ê heta niha ji bo bi hêzkirina saziyên sivîl ên civakî yên romanan xebat tên meşandin lê belê li vir mêr tên bi hêzikirin, lê jin paşve tên hiştin. Elmas wiha bal kişand ser mijarê: "Di rêxistinbûnê de gavek hat avêtin, lê belê ji bo jinan qad nîne. Em dibînîn ku mêrên bi hêz dibin ku li hemberî jinan dibin asteng. Rê li ber jinan digirin. Mêrên ku dibin serokê saziyên sivîl jî mafê mirovan diparêzin lê li malê mafê jinan naparêzin."
 
Dikarin dengê xwe bilin bikin
 
Elmas, daxuyan ku Komeleya Cudakariya Sifir di sala 2015'an de stratejiyek li pêş xist û Tora Diyalogê ya Romanan ava kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hewl da ku di hemû xebatan de li cem mêr bila jinek jî hebe. Dema jin ketin ferqa wê hêzê, mêr jî li gorî wê yekê gav avêt. Hînê têkoşîna civakî bûn. Li dijî cudakariya li hemberî jinê em bi Tora Diyaloga Romanan re dixebitin. Gelek aktîvîstên wê ên jin hene. Êdî jin dikarin dengê xwe bilind bikin."