Bi Evvel Temmuzê re rihê komunal tê jiyîn

  • 09:04 6 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Cansu Erkmen da zanîn ku Cejna Evvel Temmuz a şopa jiyana komunal dihewîne piştî erdhêjê zêdetir watedar bûye û li dijî asîmîlasyonê  li her derê gelê Hatayê wê ligel hev bin.
 
Cejna Evvel Temmuz a li Rojhilata Navîn û bi taybet jî nav elewiyên ereb de zêde tê pîrozkirin xwe dispêre hezaran sal berê. Cejna Evvel Temmuz a di meha tîrmehê de wateya pîrozvahiya berket û ketina havînê dihewîne, şopên çanda jiyana komunal dihewîne. Ji bo berket zêde be qurban tên dayîn û ji bo elewiyên ereb girîngiya wê mezin e.
 
Cansur Erkmen ya organîzastora Mîhrîcana Evvel Temmuz e û di navbera 7-23’yê tîrmehê de tê pîrozkirin, nirxandin kir. 
 
Cansurê da zanîn ku Cejna Evvel Temmuz piştî 12’yê îlona 1980’ê şûnde ji aliyê elewiyên ereb ve ev cejn wek berxwedanek polîtîk tê pîrozkirin û got hedefa wan ev e ku gelê Hatayê li her derê bînin gel hev.
 
‘Hewl didin ku asîmîle nebin’
 
Cansurê daxuyakirin ku elewiyên ereb ji kevneşopiyek komunal tên û zextên li ser nasnameya elewiyên ereb ji darbeya 12’yê îlonê şûnde zêde bûne û got: “Ev kevneşopî li Hatay û erdnîgariyên mezin jiyaye. Niha li Hatay û Mersînê pir kêm tê pîrozkirin. Berê elewiyên ereb ne kêmar bûn. Komara Hatayê piştî bi axa Tirkiyeyê ve hat girêdan, polîtîkayên asîmîlasyonê zêde bûn. Polîtîkayên belavkirinê hatin meşandin.”
 
‘Polîtîkayê nifûs û asîmîlasyonê zêde bûn’
 
Cansurê da zanîn ku piştî erdhêjê ku dewletê tu tiştek nekir, elewî bi derfetên xwe di konan de jiyana xwe berdewam kirin û wiha vegot: “Tu xizmet li Samandar û Serînyol nekirin. Tê hedefkirin ku ev der bên valakirin. Dewleta ku kon û konteynir nebir herêmê 7-8 roj şûnde bang kir ku gel herêmê terk bikin. Yekane karê wan ev bû. Armanca vê polîtîkayê ev bû ku Hatayê biguherînin. Polîtîkayên asîmîlasyonê zêde bûn.”
 
‘Cejna Evvel Temmuz di bin tehîdê de ye’
 
Cansurê balkişand ser van polîtîkayên li ser Cejna Evvel Temmuz jî û wiha dirêjî dayê: “Gelê Elewî Ereb li dijî vê têdikoşin. Li Hatayê hîna çandinî didome. Bi çandiniyê debare tê kirin. Ger çanda çandiniyê bê tunekirin wê mîhrîcana çanda komunal Evvel Temmuz jî bê tunekirin. Îsal ji ber erdhêjê wateya mîhrîcanê cudaye. Armanca me ev e ku em mîhrîcanê bibin her derê. Armanca mîhrîcana Evvel Temmuz ev e ku gelê Hatayê bîne gel hev. Ez banga tevlibûnê li hemû kesî dikin.”