'Her sal di çandina garis de ceyranê dibirin’

  • 09:03 16 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li taxa Hêşerîya Qoserê 8 rojan ceyran hat birîn û şêniyên taxê diyar kirin ku dewlet leşkeran digirin û tên û gotin tu mafê wan tune ku vê bikin.
 
Di rojên borî de Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ) li 95 gundên Qoser û Dêrik a Mêrdînê diyar kir ku wê di 3’yê Tîrmehê de ceyran birî û 16 rojan berdewam bikin. Rojê 9 saet birîna ceyranê ku bandor li ser hemû gunda dikin veguherî îşkencê. Şêniyê gundê Dixê û Hêşerê yên Qoserê di 6’ê Tîrmehê de bi keya û parêzeran re serî li dozgeriya Qoserê dan û der barê midûrê DEDAŞ’ê Halîl HOman û rêveberên DEDAŞ’ê de gilî kirin. Dadgeha Hiqûqî ya Asliye ya Qoserê di 10’ê Tîrmehê de biryar da û got wê birîna ceyranê rojê sê saetan be.
 
Gundiyên Hêşerî da diyar kirin ku di 10’ê cotmehê de biryar hatiye girtin û ceyrana divê di 18.00’an de bihata di 21.00’ê de hatiye berdan û di 11’ê Tîrmehê de jî bi hinceta kablo qût bûye ceyran bi saetan hatiye birîn.
 
Di qûtbûna ceyranê de av û şebeke tê birîn
 
Li gundê ku 3 hezar zêdetir nifûsa wê heye germahî jî 40 derece derbas kiriye û birîna ceyranê jî rê li ber pirsgirêkên hîjyen, tenuristiyê vedikin. Qûtkirina ceyranê dibe sedema pirsgirêka av û şebekeyê.
 
‘Her sal di çandina garis de ceyranê dibirin’
 
Ji gundiyan Nofa Ertaş bertek nîşanê birîna ceyranê da û da zanîn ku ev 10 roj in di vê rewşê de ne û her sal di dema çandina garis te ceyran tê birîn û wiha domand: “Ji bo em genim û garis neçînin ceyranê dibirin. Mirov li vir bi çandiniyê debarê dikin. Lê ew tên vê demsalê ceyranê dibirin. Dema demsal diqede ceyranê berdidin. Nîvê gund nexwş e. Nexweşiya min a şekir û tansiyonê heye. Qûtkirina ceyranê bandorek mezin li ser me dike. Nexweşiya me girantir dibe. Bi awayekî kêfî tevdigerin.
 
‘Dewlet bi leşkeran tê’
 
Nofa da zanîn ku dewlet leşkeran digire cem xwe û bi otobusan tê û got: “Garis û genimê me li ber derî ne. Êdî pere nakin. Ji vê mehê şûnde em nikarin garis biçînin. Yên me çandine jî ji ber nayên avdan hişk dibin. Ev 10 roje ne av hebû ne tiştek. Tu tiştek tunebû. Me nikaribû xwarin çêkiriba. Her sal em vê pirsgirêkê dijîn. Çi ji me dixwazin. Ev meh biqede wê rehet bibin. Biryarên dadgehê jî guhdar nakin. Ji ber em kurd in zilmê dikin. Li cihê Tirk lê dijîn ceyran nayê birîn. Lê li vir em bi mehan bê ceyran dimînin.”
 
‘Em cotkar in lê em nikarin garis biçînin’
 
Fesla Dayan jî daxuyakirin ku ev 10 roje ceyran birîne û perîşan bûne û got: “Em nava rojê de ji german nizanin çi bikin û davêjin bin siya daran. Temenê me zêdeye û nexweşî zêde bûne. Çandiniya me li erdê dimîne. Çima ceyraname dibirin. Em nikarin derkevin derve. Ji ber ceyran tune em nikarin garis biçînin. Em cotkarin û yekane çavkaniya debara me ev e.”
 
Duriye Ertaş jî wiha bertek nîşan da: “Bi rojane em bê ceyran in. Nexweşî zêde bûne û germ bandor li vê dike. Em nikarin tasek ava cemed vexwin. Berhemê me li erdê ma. Ceyrana me çim dibiri. Em mexdur in. Ma em birçî bimînin. Zilmê li me dikin. Çi ji me dixwazin. Dixwazin me bikujin gelo.”