‘Du caran newekhevî lê tên kirin’

  • 09:02 23 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
AMED - Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got: “Jinên astengdar du caran newekhevî lê tên kirin. Her têkoşîna azadiyê bi têkoşîna kirdeya xwe dikare heyî be. Di têkoşîna ku astengdar ne kirde bin de têkoşîn ne pêkan e bi ser bikeve.”
 
Di salên dawî de li Tirkiyeyê yek ji aliyên ku pir zêde bi newekheviyê re tên rû hev astengdar in. Astengdar li dijî feraseta ku wan tune dihesibînin rêxistinbûna xwe ava dikin û têdikoşin. Ev têkoşîn di heman demê de di siyasetê de jî tê meşandin.
 
Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Çelebî nêzîkatiya li hember astengdaran û têkoşîna li dijî vê tê dayîn nirxand.
 
‘Astengdar serjimarek ku tê manîpulekirinê ye’
 
Hatîceyê diyar kir ku wek komîsyon sê sal in di qada astengdaran de xebatan dimeşînin û yek ji vê manîfesto bû û wiha got: “Manîfesto metnek polîtîk a pisgirêkên astengdaran tespît dikir û çareserî pêk tîne ye. Me li ser îdeolojiya astengdarî û zimanê çandê xwedî dike xebat meşand. Em behsa serjimarek mezin a tê manîpulekirin dikin.”
 
Hatîceyê daxuyakirin ku li gorî hejmarên TUÎK’ê yên  astengdar ji sedî 12’ê civakê ava dikin û ev jî tekabulê 10 mîlyon astengdaran dike. Hatîceyê di berdewamiyê de wiha got: “Astengdar heta niha bi tevahî ji derveyê siyasetê hatine girtin. Têkoşîna astengdariyê têkoşînek polîtîk e. Di pêvajoya hilbijartinên 2023’yan de me xebat meşandin û li dijî vê qadê xwerexnedayîna xwe da. Mixabin me di meclîsê de wek kirde nûneriya astengdariyê bi dest nexist. Ev jî bila li dijî vê qadê xwerexnedayîna me be.”
 
‘Her têkoşîn bi kirdeya xwe dikare heyî be’
 
Hatîceyê da zanîn her têkoşîn bi kirdeya xwe dikare heyî be û di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Her têkoşîna azadiyê bi kirdeya we heye. Têkoşîna azadiya Kurd bi Kurdan, têkoşîna azadiya jinan bi jinan ya astengdaran jî bi astengdaran dikare heyî be. Têkoşîneke ku astengdar tê de ne kirde bin ne pêkan e bi ser bikeve. Bi kirdebûnê serkeftin pêkan e. Ez ji dema şardariyên HDP’ê ya Amedê mînakan bidim. Dema şaredariyên me hebûn xebat û têkoşîna ji bo astengdaran hebû. Li bajarên nû hatine avakirin, rampa hene. Ev yek nikarin bên bikaranîn. Li qada astengdariyê newekhevî heye. Em li dijî vê têkoşînê didin.”
 
'Wexta bajar ava bûn divê astengdaran jî bifikirin'
 
Hatîceyê balkişand ser pêvajoya erdhêjê û got di vê pêvajoyê de mafên astengdaran nehatiye dîtin û wiha balkişand ser pêvajoya avakirina nû: “Wê bajarên nû bên avakirin. Jiyanên nû bên avakirin.  Divê di vê mijarê de astengdar li ber çavan bê girtin û bajarên  ku mirov dikarin lê bijîn bên avakirin.”
 
‘Du caran newekhevî tê kirin’
 
Hatîceyê her wiha pirsgirsêkên jinên astengdar jî nirxand û got: “Jinên astengdar ji ber rewşa zayenda civakî du caran newekhevî lê tê kirin. Jinên astengdar hem ji ber zayend hem jî ji ber astengdariya xwe du caran newekheviyê dibînin.”