‘Tevî her tiştî em li ser axa xwe ne’

  • 09:09 2 Tebax 2023
  • Jiyan
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hasret Gultekîn da zanîn ku li gundê Markê bi hemû polîtîkayên îşkenceyê yên dewletê re hatiye rû hev û got piştî salan şûnde dîsa vegeriyane ser axa xwe. Hasretê ev tişt anî ziman: “Ez û hevjînê xwe pîr bûne. Êdî bê derman em nikarin ser piyan bisekinin. Lê qe nebe em li ser axa xwe ne û li ser axa xwe dijîn.”
 
Ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê yên di salên 90’î de dan destpêkirin bi hezaran Kurd ji warên xwe bûn, hatin qetilkirin û di kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan.Yek ji van cihên ku ev polîtîka bi awayekî giran lê hatin meşandin Licê ya Amedê bû. Li Licê di 22’ê cotmeha 1993’yan de di qedexe û komkujiya pêk hat de 16 kes hatin qetilkirin û gelek xanî kargerî hatin şewitandin bi sedan kes hatin koçberkirin. Li gundê Markê jina bi navê Hasret Gultekîn ku niha di ser temenê 80’ê de ye, diyar kir ku ji bilî zext, îşkence, zilmê tu tiştek nedîtiye. 
 
Her tiştê me şewitandin
 
Hasretê wiha vegot. “Navê min Hasret Gultekîne. Wateya wê pir mezine. Her cara navê min tê gotin komkujiya Sêwasê tê hişê min. Jiyana me bi xizanî û tundiyê derbas bû. Me pir xizanî dît. Sedema xizaniyê şewitandina gundê me bû. Di şevekê de bi ser gundê me de girtin. Em hemû li ber mizgeftê kom kirin. Hemû xwarin û alavên me ji hundirê malê derxistin ji axuran derxistin li qada gund şewitandin. Bi vê jî  neman îşkence li mêran kirin. Sê xizmên me ji cem me birin û îşkence kirin. Nedihiştin kes xwe bigihînin wan.”
 
‘Em vegeriyan gundê xwe’
 
Hasretê daxuyakirin ku di şevekê de mala xwe gundê xwe û heta bajarê xwe terk kirine û wiha domand: “Em ji gund derxistin. Em çûn Amedê. Ne kar hebû ne cihekî em bimînin ne jî xwarin. Em çûn Edeneyê. Lê me li wir xizaniya herî mezin jiya. Em diçûn baxçeyên portekalan dixebitîn. Pereyên didan pir kêm bû. Kurekî min cixareyên kaçax difrot. Zarokên min ên din jî  her yekî karek dikir. Ez demekê nexweş ketim. Xaniyê me kirê bû. Debara me pir zehmet bû. Piştî salan şûnde ez û hevjînê xwe vegeriyan gundê xwe.”
 
‘Em ê binêrin ji vir şûnde çi bibînin’
 
Hasretê diyar kir ku qe nebe ew li ser axa xwe newiha dawî lê anî: “Piştî evqas tiştên min jiya tenduristiya min nebaş bû. Gelek nexweşî bi min re peyda bûn. Ez û hevjînê xwe pîr bûne û bêyî derman em nikarin bisekinin. Lê qe nebe em li ser axa xwe ne û em li ser axa xwe dijîn. Em hîna xizaniyê dikşînin hîna pirsgirêk hene. Me evqas tişt dît, em binêrin ji vir şûnde em ê çi bibînin.”