Di avahiyên xesara giran dîtine de jiyan di bin xetereyê de ye

  • 09:03 4 Tebax 2023
  • Jiyan
 
AMED - Li Amedê piştî erdhêjê gelek avahiyên ku xesarek giran dîtibûn hîna nehatine hilweşandin, valakirin û tedbîrek nehatiye girtin. Di van avahiyan de jiyan wekê ku tu pirsgirêk tune berdewam dike.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêja ku pêk hat bandor li ser gelek bajaran kir û yek ji van bajaran Amed bû. Bi erdhêjê re gelek avahî hilweşiyan û gelekan xesarên giran dîtin. Tevî vê xesara giran hîna gelek avahî nehatine valakirin, nehatine hilweşandin û tu tedbîr nayên girtin. Ji ber vê jî xetereya jiyana mirovan didome.
 
Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ne tenê xaniyan, mirovan jî xesarek giran dîtine û li dijî bêdengiya desthilatdariyê bi bertek in. Welatiyên Amedê der barê bandorên erdhêjê de axivîn.
 
Di bin avahiya bi xesar de dixebitin
 
Gulten Un da zanîn ku hevjînê wê bi mûçeyek kêm dixebite ji ber vê ew jî di bin avahiyeke bi xesar dîtiye de di atolya xaliyan de dixebite û got: “Sê xwendekarên min hene. Yek lîse yek dibistana navîn dixwîne. Ez bi zor debara xwe dikim. Hevjînê min bi 5 hezarî dixebite. Em nikarin debara xwe bikin. Em nizanin çi bikin. Ez di bin avahiya ku zirar dîtiye de dixebitim. Em jî naxwazin wisa be. Divê dewlet demildest van avahiya hilweşîne. An jî wê ser me de hilweşin. Em di mijar kirê de mexduriyetên mezin dijîn. Kirê pir bihane. Kes xizanan nafikire. Kirê kirine 10 hezar. Gel ji xwe bi 5 hezaran dixebite. Gelo wê 10 hezarna ji ku bînin?”
 
Ji ber avahî bi xesar bû zarokên xwe neşandin dibistanê
 
 
Jina bi navê Sevda Atli ya li navçeya Baglar a Amedê jî daxuyakirin ku xaniyê wê û hemû xaniyên derdora wê xesar dîtine û wiha pê de çû: “Erdhêjê bandorek mezin Baglarê kir. Gelek avahiyên bi xesar hene. Avahiyên vir hemû kevn bûn. Avahiyek ber mala min jî wê hilweşe. Piştê wê jî wê bê hilweşandin. Avahiya gel min jî wê bê hilweşandin. Wê tenê avahiya min bimîne. Gelek avahiyên divê bên hilweşandin hîna wisa sekinîne. Ez ji bo zarokên xwe bifikarim. Divê ji bo avahiyên xesar dîtine tedbîr bên girtin. Ji ber tedbîr nayên girtin ez zarokên xwe newêrim bişînim dibistanê.”
 
‘Ne dewletê ne şaredariyê alîkarî da'
 
Kamîle Hamîd ya ji Qamişlo hatine Amedê jî wiha got: “Em nav avahiyên xesar dîtine de dijîn. Şaredarî karê xwe nake. Di erdhêjê de me zirarek mezin dît. Ne dewle ne jî şaredariyê alîkarî neda. Ji bo me tiştek nayê kirin. Avahî bi xesar in. Em her roj di bin van avahiyan de derbas dibin.”
 
‘Her kes perîşan bûye’
 
 
Aysel Akar jî wiha nêrinên xwe vegot: “Ji ber kirê em nikarin biçin xaniyekî baş. Piştî erdhêjê kirê zêde bûn. Mirov xanî nabînin. Xwişka min xaniyê wê hilweşiya. Dewlet alîkarî nade. Ji bo debarê li ser erdan dixebitin. Her kes perîşan bûye. Em dixwazin dewlet ji bo van avahiyên bi xeter çareseriyekê bibîne.”
 
‘Dewlet li bendê çiye’
 
Mulkerem Budak jî wiha anî ziman: “Avahiyên zirar dîtine hîna li cihê xwe ne nayên hilweşandin. Gelo dewlet li bendê çi ye. Li her derê avahiyên bi xesar hene. Erdhêj çêbibe cihekê em biçinê tune. Em ji mala xwe birevin jî em ji kolanê nikarin birevin. Biryara hilweşîna avahiyan hatiye dayîn lê hîn atiştek tune. Gelo dewlet li bende çiye.”
 
‘Divê kolanên avahiyên xesar dîtine ji trafîkê re bên girtin’
 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmaran a Amedê Kiymet Yildiz der barê mijarê de axivî. Kiymetê da zanîn ku berpirs li gorî rêbazan kar nakin û li dora avahiyên zirar dîtine tedbîr negirtine û wiha vegot: “Xaniyên zirar dîtine pirsgirêke mezine. Divê kolan û riyên ku avahiyên bi xesar hene  ji trafîkê re ji welatiyan re bên girtin. Divê avahiyên derdora avahiyên bi xesar jî bên valakirin. Ji ber ev avahî di nokteyên bi xesas de ne. Di erdhêjek din de rîska hilweşin pir mezine. Mixabin ev tên piştgûhkirin û tedbîrek nayê girtin. Bi hincetan avahî hîna nehatine hilweşadin. Li Amedê nêzî 100 avahiyê hilweşiya.  Tevî îhaleyên hilweşînê pir dereng dest bi hilweşînê kirin. Niha li Amedê ji 3 hezarî zêdetir avahiyên bi xesar hene. 4 hezar kêm xesar in. Lê 100 avahî hatine hilweşandin.”
 
Xanî nayê dîtin
 
Kiymetê balkişand ser kirê û xaniyan û got: “Dewlet pirsgirêkan çareser nake. 3 hezar TL alîkariya kirê hat kirin. Lê niha li Amedê bi 3 hezar û 5 hezaran xaniyê kirê tunene. Piştî erdhêjê xanî bihabûn. Welatî xanî nabînin. Niha TOKÎ tên çêkirin lê bicihkirina van TOKÎ’yan çawa ye em nizanin. Alîkariya kirê ji bo salekê bû. Ev mirov wê salek şûnde nikaribin biçin malên xwe. Niha rewş vê nişan dide. Gelo ev mirov salek şûnde wê çi bikin. Avahiyên bi xesar yên Amedê xetereyek mezin e. Jiyan li wan deran didome. Divê demildest ev bê çareserkirin. Divê mirov nayên mexdurkirin. Çareseriyên ku jiyana rojane xilas dikin ne çareserîne. Divê çareseriyên mayînde pêk bên.”