Li Bazarcixê aşûre hatin parvekirin

  • 21:10 6 Tebax 2023
  • Jiyan
MEREŞ - Li Bazarcixê piştî rojiya Yas Matem aşûre hatin çêkirin û parvekirin.
 
Komeleyên Çanda Elewî ya Bazarcixê, şahiya aşûreyê ya Yas Matem pêk anîn. Seranserê meha Muharemê rojiya Yas Matem hat girtin û piştî vê eşûre hat çêkirin, di bernameyê de hat parvekirin. Endamên komeleyê û gelek kes tevli bernameyê bûn.
 
Saymanê Malacemê Salman Gencer axaftina vekirinê kir. Di bernameyê de Pîrê Mala Cemê Kazim Oz axivî. Piştî axftinan ji bo eşûreyê dua hat kirin û aşûre hat parvekirin.