Sê nifş li ser erdan binpêkirinê dijîn

  • 09:06 14 Tebax 2023
  • Jiyan
Habîbe Eren
 
BURSA - Li navçeya Mustafakemalpaşa a Bursayê karkerên demsalî yên Kurd di bin şert û mercên giran de dijîn. Karker diyar dikin ku ji bilî rojên şiliyê her roj li ser erdan e.
 
Li navçeya Înegol a Bursayê zaroka malbata ku ji Rihayê wek karkerên demsalî hatibûn, Esmanur Solmuş ku li nav erd razabû xwediyê erd Akîf A. bi wesyîta bi kar dianî li zarokê qelîbî û zarokê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Esmanur yekane zaroka malbatê bû û piştî bûyerê hemû malbat vegeriyane rihayê. Sala borî jî zaroka malbatekê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Karkerên demsalî li ser erdan dimİrin, birîndar dibin û mafên wan tên binpêkirin. Der barê vê de jî polîtîkayek tune ye.
 
Em bi endamên Kolektîfa Avê ya Bursayê re çûn navçeya Mustafakemalpaşa. Em ewil çûn qadên erd û konan ya Koşubogazi piştre jî gundê Çeltîk.
 
Karker rojane 350-400 TL digirin lê beşek mezin a pereyê wan diçe ava paqij. Ji sedî 10-15 jî kesê jê re dibêjin dayibaşi digirin. Jin li gorî mêran 50 TL kêmtir digirin. Zarokên wir jî naçin dibistanê û 8 saetan bi malbatên xwe re dixebitin.
 
Piranî ji Wêranşar û Sêwregê hatine
 
 
Piranî karker ji Wêranşar û Sêwregê hatine. Malbat ji salên 2000’î de ne tên vir dixebitin. Piranî malbat li Rihayê xwedî erd in lê ji ber av û ceyranê nikarin biçînin.
 
Li gundê Koşuyolu 25 kon hene. Nêzî 60-70 karker lê dimînin. Li vir karker firingiyan diçînin, kom dikin. Jin û zarok li ser erdan dixebitin. Jin her wiha xwarinê çêdikin, cilan dişon li zarokan dinêrin.
 
Ax heye lê naçînin!
 
 
Karkerê bi navê Salîh Can pirsgirêkên dijî vedibêje û diyar dike ku li Rihayê erdê wan heye lê ji ber ceyran û av biha ye nikarin tiştekî biçînin û niha tov, mazot, derman û zibil pir biha ye.
 
Di bin germê de xebat zehmet e
 
 
Dîlşa Dogan destnîşan kir ku 4-5 sal in hatiye vir û 11 zarokên wê hene û got: “Di bin germê de xebat pir zor e. Debara me nabe, li bajarên me xebat tune ne. Em neçar in bên vir. Gelek nexweşiyên min hene. Ji ber vê  nikarim li ser erd bixebitim . Ez xwarinê çêdikim.”
 
‘Ji mirinê filitî’
 
Dîlber Sadak a 18 salî jî diyar dike ku hefteya borî qezaya kar derbas kriye û ji mirinê filitiye û got: “Ez ji wesayîtê de ketim. 15 roj in li malê radizêm. Patron û dayibaşi ez birim nexwşexaneyê. Serê min dirûtin. Di bedena min de gelek birîn hene. Em naxwazin ji bajarê xwe bên vir lê em neçar in. Ez pereyê xwe didim malbatê. Em pê debara xwe dikin. Jiyana me bi xebatê derbas dibe. Em Kurd ku de biçin bi birçîbûnê re û mirinê re rû bi rû ne.”
 
Karkerê bi navê Alî jî diyar dike ku krîz giran bûye û wiha got: “Tirkiye wê bibe Afganîstan. Her kes ji Tirkiyeyê direve. Li welat ciwan nemane. Em 1500 kîlometre li ser çar tekeri bi yek ajokarê hatin vir. Em bi nivîn û alavên xwe bi romorkan tên. Dema pêlê frenê bikin balata dişewitin. Di encama vê de malbat jî tune dibin. Em bi zanebûn dikevin rê. Wekî din çareya me tune ye.” 
 
Rewşa jinan giran e
 
 
Jina ciwan Melîs Yaprak jî 20 salî ye û xwendekara zanîngehê ye. Melîs wiha behsa şert û mercan dike: “Hem xwendin hem xebata li ser erdan zehmet e. Hele ku mirov jin bin û karkerên demsalî bin. Ez ji Wêranşarê me. Jiyanek me ya baş tune ye. Ji ber vê em tên vir. Em zor û zehmetiyên mezin dikşînin. Rehetiya me tune ye. Av tune ye. Bîhndan tune ye. Mêr dîsa bîhna xwe vedidin. Lê jin ne wisa ne.”
 
‘8 saetan dixebitim’ 
 
 
Zarokê 12 salî jî wiha got: “Dibistan tune ye, av tune ye. Ceyran tune ye. Ji ber ba serşoya me konên me hilweşiyan. Pêşû û mêş pir zêde ne. Ev der nayên dermankirin. Ez jî bi malbata xwe re 8 saetan dixebitim.”
 
Jina bi navê Perîşan Ekîncî jî wiha dibêje: “Bajarê em neçûnê name ye. 46 salî me. Em ava xwe jî bi pereyan digirin. Em ji bo çûyîn û hatinê 40 hezar pere didin rê. Tu tiştekî me jî tune ye. Em nav reziliyê de dijîn. Di mehên borî de şaredariyê çewalên ard dan me. Lê hemû kurm ketibûnê. Em dixwazin vegerin Rihayê lê li wir kar tune ye.
 
Jina bi navê Nesîh a nêzî temenê 60 salî jî bi lêv kir ku neviyek wê li Antakyayê yek li Duzceyê li ser erdan hatine dinê û got bi salan e vî karî dikin wekî din kar tune ye.
 
Zaroka bi navê Semînay a sê salî jî di zarokatiyê de  dema li nav erd razabû ava germ ser de rijyaye û beşek mezin a bedena wê şewitiye. Çar caran emeliyat bûye û 20 rojan di nexweşxaneyê de maye.
 
‘Em bi nexweşiyan re têdikoşin’
 
 
Azîze Akar jî 22 salî ye û xwendekara zanîngehê ye. Azîze destnîşan dike ku ji bo nanê xwe tên vir û wiha dawî lê anî: “Em jin gelek zehmetiyan dikşînin. Paqijî tune ye. Jin nexweş dikevin. Pirsgisrêkên tenduristiyê dijîn. Jin li vir bi nexweşiyan re têdikoşin. Karê malê karê xwarinê lênerîna zarokan li ser jinan e. Her wiha em diçin ser erd jî dixebitin. Tu ewlehiya me tune ye.  Ez dixwazim ev pergal biguhere. Em beramberê keda xwe nagirin. Divê ev pergal biguhere.”