Li dijî hişmendiya baviksalarî û talanker têkoşîna jinê ya xwezaparêz

  • 09:02 22 Tebax 2023
  • Jiyan
 
AMED - Melek Turay a ku wek xwezaparêzekê 30 sal in karê kulîlkfiroşiyê dike, derbarê şewitandina daristanên Çiyayê Cûdî û talankirina xwezaya Kurdistanê de wiha got: "Xwedê avekê li vî agirî bike. Gelê me bindest û feqîr e, bila destên xwe bi daran nedin. Tunebûna xwezayê, tunebûna mirov e. Li dijî êrişa li ser xwezayê em ê xwezayê biparêzin."
 
Jinên Rojhilata Navîn ev bi salan e li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe didin û têkoşînek mezin derdixin holê. Hişmendiya baviksalarî ya bi destê dewletên baviksalar ve tê kûrkirin her ku diçe mafên jinan binpê dike. Hişmendiya baviksalarî dixwaze têkiliya jinê û xwezayê qut bibe û xweza tenê bê hiştin. Lê belê jinên kurd li dijî vê hişmendiyê xwezayê bêtir diparêzin û xwedî lê derdikevin. Melek Turay a ku ev 30 sal in wek karkerek xwezayê jî yek ji van jinan e. Melek bi salan e wek fikir û ramanek xwezaperest karê kulîlkfirotiyê dike.
 
Melekê (56) bi keda xwe hewl dide debara xwe bike. Melekê li Gundê Bakûstanê yê Navçeya Stewrê ya Mêrdînê tê dinê. Piştî 20 salî tê zewicandin şûnde di 1991'ê de dema 24 salî ye tê Amedê. Li Amedê hînî karê kulîlkfiroşiyê dibe û li navçeya Sûrê her rojên pêncşemê tezgaha xwe vedike. Me li ser kedkariya Melekê û jiyana wê sohbet bi wê re kir. 
 
30 sal in karê xwezayê dike
 
Melek Turay a ku li gundê Bakûstanê yê li girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîne ji dayik dibe, li Qoserê mezin bûye. Melekê 32 sal berê mala xwe dibe Amedê. Melek 30 sal in kulîlkan diçînê û bi xwezayê re mijûl dibe. Melekê diyar kir ku di ciwantiya xwe de des bi çandina kulîlkan kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: " 32 sal berê me mala xwe bir Amedê  û min dît ku li vê derê çandeke çandina kulîlkan heye û min jî biryar da çandina kulîlkan. Di destpêkê de min nedifirot, min der dorê deriyê xwe dixemiland û kêfa min gelek jê re dihat. Cîranên li derdorê dihatin, ji xwe re dibirin, xezûrê min dibir. Niha jî ez wek karekî dikim û her pênçşem têm li vê derê kulîlkên xwe difiroşim."
 
'Tunebûna xwezayê, tunebûna mirov e'
 
Melekê destnîşan kir ku xweza ji bo wê gelekî cihekî taybet digire û da nîşandan ku tunebûna xwezayê tunebûna mirov e. Melekê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ez gelek hez ji xwezayê, daran û xakê dikim. Cihê ku xweza lê hebe her tişt lê heye, dema ku av, xak, dar tunebin ji xwe mirov jî tune ne."
 
'Bila destên xwe bi daran nedin'
 
Melekê bal kişand ser qirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê û da zanîn ku bi şewitandinên daristanan re hemû ajal û candar jî dimirin. Melekê wiha axivî: " Xweza tê şewitandin em jî wek mirov dişewitin. Çima darên me dişewitînin? Bila dar neyên şewitandin. Xwedê avekî li vî agirî bike. Gelê me bindest û feqîr e, bila destên xwe bi daran nedin."
 
'Hişmendiya baviksalarî dixwaze jinê bixe bin destê xwe'
 
Melekê bal kişand ser hişmendiya baviksalarî û daxuyand ku ev hişmendî jinê paş ve dixe. Melekê wiha dawî li axaftina xwe anî: " Jin ji mêra jêhatîtir û zîrektir in. Mêr bi hişmendiyek serdestî dixwazin me bikin bin destên xwe. Bila jin azadiya xwe ya aborî bixin destên xwe, bila bixebitin, bixwînin, derbikevin derve."