Qeyûm pirsgirêka çopê hal nake

  • 09:06 26 Tebax 2023
  • Jiyan
 
AMED - Yek ji bajarên ku qeyûm pirsgirêkan lê çareser nake Amed e. Yek ji pirsgirêka sereke çopa li bajêr e. Welatiyan bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêka çopê dan û gotin:"Ji ber vir Kurdistan e loma paşguh dikin."
 
Qeyûm wekî li her derê li Amedê jî tenê di dema hilbijartinê de pêdiviyan welatiyan dixe bîra wan. Ev jî dibe yek ji sedema neçareserkirina pirsgirêkan. Li Amedê qeyûm hem bi nelirêtiyên dike dibe rojev hem jî ji aliyê pirsgirêka çopê ya li bajêr dibe rojev. Welatiyên li Amedê têkildarî mijarê axivîn. 
 
'Em naxwazin siberoja xwe bi destê dewletê berdin'
 
Elif Karadag, da zanîn li Kurdistanê îktidar li gor pêdiviyên welatiyan polîtîkayan pêş naxîne û wiha got:"Em li taxên xizan ên Amedê çopa zêde bêtir dibînin. Gel giliyê xwe li dijî vê yekê nîşan dide. Lê belê gel ditirse ku giliyê xwe bike. Ji ber kolanên Amedê di destên qeyûman de ye loma jî ewqas qirêj û bêpergal in. Ji ber vir Kurdistan e loma paşguh dikin. Em naxwazin di hilbijartinên herêmî yên li pêş me qeyûm bên tayinkirin. Em naxwazin siberoja xwe bi destê dewletê berdin."
 
'Pirsgirêka çopê jî sepana li dijî kurdan e'
 
Şemsixan Ozbaş a giliyê şaredariya qeyûm dike wiha got:"Vir tije çop e. Sergo ye. Ez bi nexweşiya astimê me, mirov di nava qirêjiyeke wiha de nikare bijî. Ez ji mecbûrî bi xwe paqij dikim. Ew ji vî karê meaş digirin lê belê karê xwe jî nakin. Kar dîsa li ser me dimîne. Di vê mijarê de kesek alîkariya me nake. Mirov dixwaze cihê lê rûdinê paqij be. Cîran jixwe paqij nakin, şaredarî jî paqij neke wê çawa be? Bêhn çopê ji vir tê. Mala me tune ye em di kirê de ne ji mecbûrî em dikşînin."
 
'Em Amedeke paqij dixwazin'
 
Mulkiye Gogerci ya li Rezana Amedê rûdinê da zanîn kolan hemû qirêj in û wiha pê de çû:"Em giliyê şaredariyê dikin. Em taxek, derdorek, Amedeke paqij dixwazin. Bila bajarê me jî wekî bajarên din ên paqij be. Kuçeya em lê rûdinên pir qirêj e. Ji her derê bêhna çopê tê. Ev têrê nake, em û zîndewarên din nexweş dikevin."
 
'Bêhna pîs ji taxan tê'
 
Esma Howari ya 10 sal berê ji şerê li Sûriyeyê reviya û hat li Amedê bi cih bû wiha got:"Ez li Rezanê dijîm. Li vir tu paqijî tune ye, taxa me pir pîs e. Şaredarî karê xwe nake. Li derdorê çop gelek zêde ne. Loma jî bêhneke pîs tê. Em gelekî nerehet dibin. Em giliyê şaredariyan dikin."