VASKÎ pirsgirêkên gel çareser nake!

  • 09:02 1 Îlon 2023
  • Jiyan
 
Rojda Aydin
 
WAN - Jina bi navê Hurriyet Tanyelî ya ku li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşê rûdinê, boriya wan a avê teqiyaye û av diherike taxê. Hurriyetê, destnîşan kir ku çend caran li VASKÎ geriyane lê nehatine ev pirsgirêk çareser nekirine û bertek nîşanî sersariya VASKÎyê da.
 
Di sala 2019’an de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat kirin şûnde, pirsgirêk jî bi xwe re anîn. Qeyûmê ku heta niha tu pirsgirêk çareser nekirine, ji van pirsgirêkan yek jê jî ya avê ye ku çareser nake. Li Wanê ligel pirsgirêka avê ya giştî, li taxa Cevdetpaşa ya Rêya Armûşê boriya avê ya jina bi navê Hurriyet Tanyelî teqiyaye û li gel ku agahî dane şaredariyê jî hîna pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin û av diherike taxê.
 
‘VASKÎ eleqedar nabe’
 
Hurriyetê, anî ziman ku boriya avê ya li derve ji ber naylone dema erebe di ser re diçin û tên gelek caran teqiyaye û got niha dîsa teqiyaye.  Huriyetê diyar kir ku Îdareya Av û Serebê ya Wanê (VASK) pirsgirêkên wan ên avê çareser nake û wiha axivî, : “Em çend caran çûn VASKÎ da ku bê vê boriya avê çêbike. Lê belê nehatin. Hevjînê min jî ji ber qeza derbas kir platîn di nigê wî de heye û nikare çêbike. Her wiha derfeta me tune ye ku em bang kesekî bikin ku bê çê jî bike. Ev peywira VASKÎ ye, lê ew jî nayên. Em çend caran çûn ji me re gotin ‘em ê bên’, lê ev qas dem derbas bûye hîn jî nehatine. Li taxa me bazar tê avakirin û av bi ser wan de diherike. Hem kesên bazarê û hem jî cîran ji vê rewşê gazinan dikin. Em çend caran geriyan jî nehatin. Ji xwe em nikarin debara xwe bikin em ê çawa vê çêbikin. Ger ku derfetê me hebûya me yê çêbikira”
 
‘Her tim ev borî diteqe’
 
 
Hurriyetê, diyar kir ku ev hefteyeke boriya avê teqiyaye lê heta niha tu kesek nehatiye û wiha pê de çû:ç: “Cîran jî li VASKÎ geriyan. Lê nehatin. Em jî nizanin ku çima nayên? Ji vê em jî zerarê dibînin. Ji ber ku  xaniyê jî zerarê dibîne. Her wiha ji ber ku av vala li kolanê diherike ava me ya malê jî gelek kêm diherike. Em nikarin makîneyên xwe vebikin. Ji ber vê yekê em fatûreya avê jî zêde didin. Em mehê herî kêm 150 - 200 TL heqê avê didin. Em jî nizanin ku çawa bikin. Ev karê şaredariyê ye, lê karê xwe pêk naynin. Ligel hewldanên me nayên. Ger di nigê hevjînê min de platîn tunebûya ew ê bikaribûya çêbikira. Wekî din tu xebatkarekî me jî tune ye. Berî vê jî gelek caran boriya me ya avê teqiya. Ev 10 sal in ez hatime vê taxê her gav boriya avê diteqe. Wê demê jî bi alîkariya cîranan me çêkiribû. Lê ji ber ku wesayit di ser re derbas dibin dîsa teqiya. Şaredarî divê boriyek baş bîne û vê pirsgirêkê çareser bike. Şaredarî alîkariya kesên xîzan nake. Her sal diteqe.”
 
‘Em ji qeyûm ne razî ne’
 
Hurriyetê, da zanîn ku ew ji qeyûm nerazîne û got ku pirsgirêkan çareser nake. Huriyetê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila şaredarî demildest bê vê pirsgirêkê çareser bike. Ev av vala diherike kolanan. Taxa herî xîzan ev tax e, lê alîkariya me nakin.”