‘Bila civak bêdeng nemîne, biaxive’

  • 09:03 9 Îlon 2023
  • Jiyan
 
AMED - Kader Gulsun ya ji ber sedemên krîza aborî dest ji dibistanê berda wiha got: “Bila civak bibe xwedî hişmendî, bila bêdeng nemînin û biaxivin. Ji ber em bêdeng mane em di vê rewşê de ne.”
 
Ji ber krîza aborî gel rojên zehmet dijîn û bêguman di vê pêvajoyê de yên herî zêde bandor dibin jin û ciwan in. Di rewşên krîzê de yên ewil ji kar tên derxistin jin in û ciwan jî bi hinceta tecrubeya wan tuneye nagirin kar an jî wek hêza erzan a kar dibînin. Li dijî vê ciwan neçar dimînin biçin derveyê welat. 
Kader Gulsun ya 19 salî ku li navçeya Sûr a Amedê bi firotina cil û bergên gelerî û otantîk debara xwe dike, diyar kir ku ji ber krîzê neçar maye dest ji dibistanê berde.
 
‘Hevalên min diçin dibistanê, ez dixebitim’ 
 
Kaderê diyar kir ku dest ji dibistanê berdaye û li malbatê dinêre û got: “3-4 sale bi karê bazirganiyê re mijûl dibim. Di lîseyê de min dest ji dibistanê berda. Pere tunebû pirtûk û lênûskan bigirim. Ez diçû dibistanê birçî dimam. Bi 5 lîra tiştek nedihat girtin. Ji ber vê min dest ji dibistanê berda. Ez xebitîm. Ez niha ji derve dixwînim. Sibehê 09.00’an de têm dukanê vedikim. Êvarê 22.00’an de digirim. Dem namîne. Hevalên min diçin dibistanê ez dixebitim.”
 
‘Ez 19 salî me siyasetê diaxivim’
 
Kaderê bi lêv kir ku di vî temenî de berpirsyariyên wê pir in û wiha dirêjî daye: “Pirsgirêkên tenduristî û perwerdê hene. Zehmetiyên jiyanê hene. Ez 19 salî me lê siyasetê diaxivim. Pergala perwerde, tenduristî û yên din hemû têk çûne. Her tişt bihaye. Ji ber bihabûnê min dest ji dibistanê berdan. Miro bê hişmendin. Naxivin. Ditirsin. Dema desthilatdarî tê rexnekirin zext çêdibin. Bi tû awayî azadiya çepemeniyê tuneye. Kî tiştekî bêje hema dişînin girtîgehan.”
 
‘Bila civak bêdeng nemîne’
 
Kaderê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber zextan kurd neçar dimînin warê xwe terk dikin. Em welatê xwe Kurdistanê terk dikin. Terkirin zehmet e. Di esnafiyê de nêzîkatiyên zayendperest pir zêde ne. Em jin nikarin rehet tevbigerin. Em neçar dimînin xwe bikin rola mêrin. Em nikarin cil û bergên li gorî dilê xwe li xwe bikin. Em her tim xwe di rol û senaryoyan de dibînin. Bila jin qiymeta xwe bizanibin. Bila civak bibe xwedî hişmend biaxivin. Bêdeng nemînin. Ji ber em bêdeng man em ketin vê rewşê.”