‘Agahiya min tunebû der barê min de biryara zewacê dabûn’

  • 09:02 18 Îlon 2023
  • Jiyan
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Azîze Eker di temenê biçûk de bêyî agahiya wê ji aliyê malbatê ve tê zewicandin. Azîze diyar dike ku tu carî rehetî nedîtiye û bi 6 zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide.
 
Jinên ku her roj bi zextan re tên rû hev li Kurdistanê  hem bi zextên mêr hem jî bi yên dewletê re tên rû hev. Azîze Eker ya 47 salî li Farqîna Amedê dijî û ji 1993’an heta niha têkoşîna jiyanê dide.  Azîzeyê di temenê biçûk de ji aliyê malbatê ve tê zewicandin. Azîze piştî dizewice ji aliyê mêrê pê re dizewice û malbata wî ve tûndiya sistematik dibîne û bi tena serê xwe li dijî tûndiyê têdikoşe. 
 
Bi tehdîda wê bê qetilkirin hat zewicandin
 
Azîze diyar dike ku di temenê biçûk de bavê wê jiyana xwe ji dest daye û dayika wê bi tena serê xwe 7 zarok xwedî kirine .Azîzeyê wiha got: “Dayika min em di şertên zehmet de xwedî kriin. Birayê min 24 salî bû ji aliyê hîzbûlahê ve hat qetikirin. Di wê pêvajoyê de xwestin min bi kurê apê min yê zewicandî û xwedî zaroke re bizewicînin. Min red kir. Vê carê ez ji bo neviyê apê min xwestim. Ez wê şevê ne li malê bûm. Ez sibehê hatim gustîl kirin tiliya min. Agahiya min tûne bû. Min çi kir jî min gûhdarî nekirim. Gotin tû gustîlê bavêjî em te bikujin.”
 
‘Min nizanibû zewac çi ye’
 
Azîzeyê diyar kir ku di 6 mehan de hatiye zewicandin û ji gundê Boşatê yê Farqînê hatine Amedê û wiha domand: “Ez pir biçûk bûm. Min bêriya dayika xwe dikir. Piştî birayê min hat qetilkirin jixwe psîkolojiya min xera bibû. 6 mehên min derbas bûn ez ducanî mam. Sê zarokên min çêbûn. Hevjînê min nedixebitî.  Piştre jî kaçax bû.  Ket girtîgehê. Salek û nîvê di girtîgehê de ma. Ez diçûm malan paqijiyê û min zarokên xwe xwedî dikirin.  Nexweşiya tansiyon û şekir li min peyda bû.”
 
‘Bi zarokên xwe re hat girtin’
 
Azîzeyê wiha dirêjî daye: “Hevjînê min her tim dihat giritn. Piştî hat berdan çû Kibris. Ez û 5 zaorkên xwe jî çûn. Em 3 salan li wir man. Me li hev nekir û ji ber krîza aborî em vegeriyan. Di vegerê de li ser gilîkirinê ez û zarokên xwe hatin binçavkirin. Du keçên min yên mezin û pitika  min ligel min di nezaretxaneyê de man. Sê zarokên min dan yurdê. Gazî kesên em bi kaçaxî biribûn kirin. Piştre em bi wî kesîre berdan. Me got me bibe pansiyonê lê wî em birin maleke mafyayê. Em du hefteya li wir man piştre derbasî pansiyonê bûn. Em 15 rojan li pansiyonê man. Di rê de kesekî ji Mêrdînê em dîtin û alîkarî da me. Ez û zarokên min birin mala kesekî ji Amedê. Em neçar man biçin. Ez pir spas dikim. Piştre karê hiqûqî qediya û destura çûyîna Tirkiyeyê derket. Em bi keştiyê çûn Mersînê. Ji wir em hatin Amedê. Kesî tu alîkarî neda me."
 
Azîzeyê wiha dawî lê anî: “ Min ji xwe re kar dît. Me hinekî xwe berhev kir. Mirovan pir alîkarî da min. Ez spasiya wan dikim. Piştî vê erdhêj çêbû. Xaniyê min hilweşiya. Ez niha di konteynirê de dimînim. Her çiqas pirsgirêk hebin jî niha cihekî ez lê dimînim heye. Kirê pir biha bûne. Tevî her tiştî em li ser piyan man.”