Li Kurdistanê dema mahsera

  • 09:05 17 Cotmeh 2023
  • Jiyan
 
Gulşen Koçuk
 
RIHA - Di dema ku em ji bo amadekariyên zivistanê  ber bi dawiyê ve diçin, gundiyên Karakoyunê amadekariya hilanîan mahsera dikin. Gundî tiriyên ku kom dikin ji bo çêkirina bastîq û beniyan amade dikin.
 
Ji ber ku rojên germ bi dawî dibin, li Kurdistanê ji amadekariyên zivistanê niha dema mahsera ye.  Kurdistanî piştî çêkirina ava firingiyan, ya îsotan, hişkirina sebze û mêwe niha jî dest bi çinîna tirî dikin û ji tiriyê ku kom dikin ji bo zivistanê xurekên wekî bastîq, dims û beniyan çêdikin. Li gundê Karakoyûn ê navçeya Sêwregê ya Rihayê welatî amadekariyên xwe yên zivistanê bi tiriyê ku ji rezên xwe kom dikin û vediguherînin gelek xurekan didomînin.
 
Tirkiyê ku li reza bi kedeke mezin tê hilberandin, tê komkirin, di hawizê tirî de tê eçiqandin û şîreya wî tê derxistin, ev pêvajo herî zêde ji bo zarokan vediguhere dema kêfxweşiyê.  Di van demên ku ji bo gundiyan gelek zamet derbas dibin gundî diçin alîkariya hev û karên hev sivik dikin.
 
Perîhan Tum û Gulê Tum ku li gund dimînin, ji me re bahsa şîreya ku vediguherînin xurekên cûr bi cûr û çawa tînin ser sifreyê kirin. 
 
Ji rez tê ser sifrê 
 
Perîhanê diyar kir ku ew şîreya ji tirî digirin di serî de dikelînin, kefa wê digirin û piştre jî bera teştan didin û heta dicemide li bendê dimînin. Perîhanê wiha dewam kir: "Piştî ku şîre dicemide em ardê xwe li moxilê dixin û bera nav didin. Piştre jî em li safoyê dixin û careke din bera nava sîtila li ser agir din. Heta ku tîr dibe em tevdidin. Pelûra ku em çêdikin, em li çarên spî didin, li ser kunciyan direşînin û li ber tavê dihêlin. Piştî ku zuha dibe em çarên xwe kom dikin ji piştve wan bi avê şil dikin û bastîqa xwe jê radikin. Bastîqa ku em ji çara radikin em dikin demet û hiltînin."
 
Çêkirina pelûrê
 
Gulê jî wiha bahsa çêkirin pelûrê dike: "Em tiriyê xwe anî û di hawizê tirî de esirand. Me şîreya wî girt. Em serê sibehê saet di 03.00'an de rabûn, me hemû kir sîtilê-niqre (beroşa mezin). Me kevirê sipî jî kir navê ji bo ku rengê wê vebe. Piştre me bera leganan da û cemidan. Piştre şîreya ku me ard tevli kir me bera vê sîtila mezin da. Em tevdidin heta ku hemû tevlihev dibe. 2-3 saetan em dikelînin. Piştre em li çaran didin û dikin bastîq. Piştî ku bastîqa me li ber tavê zuha dibe em ji çaran radikin."
 
'Karekî ku kedî dixwaze ye'
 
Gulê, diyar kir ku karê dikin gelek zahmet e  ûkedê dixwaze. Lê lezeta wê jî hêjayî vê keda ku em didin. Gulê anî ziman ku ew beniyan jî çêdikin û ev tişt got, "Dîroka vî karî kevn e em jî dapîrên xwe hînbûne. Ev mîrateya ku ji wan ji me re maye ye. Dema berê ji ber ku rez pir û me zêde ev berhem çêdikin em bi dehrojan an jî bi mehan li ser rez diman. Lê em niha hindik çêdikin û kêm li ser rez dimînin. Heta niha me hemûyan ev kar dikir lê nebawer im ku yên piştî me bikin. Mînak me berê ji van sîtilan 20 hem çêdikir lê niha em 1'ê çêdikin."
 
'Zarok êdî berê xwe didin berhemên marketan'
 
Gulê, diyar kir ku ew ji şîreyê dimsê jî çêdikin û diyar kir ku dims ji pelûrê zêdetir tê kelandin. Gulê diyar kir ku dims pîtî ku 10 saetan tê kelandin çêdibe û ev tişt got, "Ev berhem ji bo me gelek bi qîmetin, lê zarok berê xwe didin marketan û xurekên ne xwezayî distînin û dixwin."