Li gundikê Sak ku keda jinê veguheriye hilberînê jiyan

  • 09:07 2 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Li gundikê Sak jin barê giran yê kar vediguherînin keda kolektîf. Şîr, berhemên şîr, guz û hingiv çavkaniyên esas yên debarê ne û di her çêkirina asta van xurekan de jin hene.
 
Gundikê Sak ê girêdayê gundê Kaçîd a 5 kîlometre ji Şaxa Wanê dur e, çar aliyên wî çiya ne û ji 100 malî pêk tê. Riya gund jî gelek dijware û bi wîraje.  Riya gund bi darên guzan xemilandiye.  Gundî dîrokê baş nizanin lê dibêjin kal û bavê wan li vir jiyane. Xaniyê wan piranî ji kerpîçan hatine çêkirin û li kontarên çiya ne. Xaniyên wan du ode ne, du katin û katê binî de axûr hene.
 
Deriyên malan li hev dinêrin
 
Destpêkê li gund malbatek hebûye û piştre zêde bûne. Niha 100 mal lê dijîn. Xaniyên gund bi awayekî ku deriyên wan li hev binêrin hatine dîzyankirin. Çavkaniya debara wan hingiv, sewalkarî û gûz in. Hema hema  hemû barê giran yê kar li ser milê jina ye.
 
Mehên herî xweş
 
Li Sakê barê giran yê hilberînê bi kedek kolektîf hatiye parvekirin. Ji jinên gund Makbule Semo, diyar kir ku piştî nimêja serê sibhê şûnde taştê amade dikin û piştre bi pez re eleqeder dibin. Makbuleyê got ku amadekariyên zivistanê di mehên biharê de dikin û wiha got: “Mehên biharê pir dewlemendin. Em diçin zozanan. Em pincarê kom dikin. Em biharê sewalan du caran didoşin. Ber bi payîzê şîr tune ye. Em biharê ji şîr penîr çêdikin. Şîrê zêde em li Wanê difroşin xizm û dostên xwe.”
 
Bi hev re dixebitin 
 
Makbuleyê destnîşan kir ku ji şîrê pezên xwe mast, penîr û nivîşk çêdikin û got xebata li gund zehmete lê jin bi hevkarî vê xebatê dikin û wiha domand: “Em bi hev re dixebitin û bi dorê dixebitin.”
 
‘Bi vebûna dibistanê re kar du kat dibe’
 
Nejla Semo jî anî ziman ku dema wan tune ye ku hinek bîhna xwe vedin û got bi sewal û çandiniyê re mijûl dibin. Nejlayê wiha bi lêv kir: “Piranî hewcedariyên xwe em b ixwe dikin. Yek ji çavkaniya debarê ya li gund guz in. Lê îsal pir kêm bûn. Karê gund zehemte. Bi vebûna dibistanê re karê me hîn zehmet dibe. Ji ber krîza aborî em beramberê keda xwe nagirin. Em berhemên wekî şîr, sebeze û hingiv difroşin û pê xwarinên din digirin. Çewalê ard bûye 600 TL.  Ji ber krîza aboarî em pir zehmetiyan dikşînin. Zivistanê vir pir sar e. Veguhestin zehmete. Rê tên girtin.Ceyran her tim qût dibe. Ji ber vê jî em xurekên xwe yên wekê ard, run şekir û yên din zêde digirin. Jiyana gund xweşe lê pir zehmete.”