Astengdara 60 salî bi mehane di konteynirê de dijî

  • 09:02 8 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Habîbe Eren
 
MEREŞ - Melek Çaliş a ji sedî 60 astengdar e û  li Çîglî di konteynirê de dimîne, ji bo astendaran zor û zehmetiyên jiyana di konteyniran de vegot: “Bi mehane ez di vê hewşê de me. Dema kar û barê mirovan çêdibin derdikevin derve lê ez bi tena serê xwe nikarim derkevim derve. Ji bo min jiyan hîn zehmetir e.”
 
Di ser erdheja li Mereşê pêk hat de 8 meh derbas bû û hîna li navçe û gundan pirsgirêk tên jiyîn. Welatiyên di ser temenê 65, zarok, kal û pîr û jin, kesên nexweşiyên wan yên kronik hene zêdetir zehmetiyan dikşînin. Soza ‘wê 6 mehan de xaniyê we bên çêkirin’ nehatin cih. Di konteynarên hatin avakirin şert û merc li gorî astendaran nehatin avakirin û hewcedariyên wekê starbûn, derman, cil û bverg, serşo, tuwalet û her wekê din nayên çareserkirin. Ev jî jiyana erdhejzedeyên astendar du car zehmet dike.
 
Melek Çaliş a ji sedî 60 astengdar e û li konteynirên gundê Çîglî ya navçeya Dulkadîroglu ya Mereşê dijî, behsa zor û zehmetiyên jiyana li konteyniran kir.
 
‘Ji bo her kesî zehmete lê ji bo min hîn zehmetir e’
 
 
Melekê daxuyakirin ku dema erdhej çêbûye di katê çaran yê avahiyê de bûye û piştî erdhejê du mehan li Stenbolê maye. Melekê wiha anî ziman: “Dema li Stenbolê bûm tenê carekê derketim derve. Tevî hemû zehmetiyan min xwest bêm warê xwe. Em yekê nîsanê de hatin konteynirê. Xêrxwazekî ji derveyê welat alîkarî da me. Her kes di şertên zehmet de dimîne. Serşo lavabo hevpar e. Her kes di vê hewşê de ye. Ji bo her kesî jiyan zehmete lê ji bo min hîn bêtir zehmete.”
 
‘Bi mehane di vê hewşê de me’
 
Melekê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di alî bikaranîna lavaboyê de zehmetiyan dikişîne û wiha dirêjî daye: “Ez bi zor serê xwe dişom. Bi zor cilên xwe li xwe dikim. Ez carna bêzar dibim lê tenê nikarim derkevim derve. Derfetê min tuneye. Dayika min ereboka bi aku tîne. Ji meha nîsanê de heta niha tenê du caran ji bo çûyîna AFAD’ê derketim derve. Ez çûm AFAD ji erebokê jî peya nebûm. Bi mehane di vê hewşê de me.”
 
Melekê dawiya axaftina xwe de jî ev nirxandin kir: “Ji konteynirê derketin zehmet e. Ez carna di ereboka xwe de wisa dipêm. Ez tenê nikarim derkevim derve. Ez ji bo her kesên piştgirî dan me spas dikim. Gelek kesî alîkarî da me. Ji derveyê welat alîkarî dan me. Banga min ev e ku ji bo astengdarên li konteyniran şert û merc bên başkirin.”