Li Nurhaqê sewalkarî hatiye asta tunebûnê!

  • 09:04 9 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Habîbe Eren
 
MEREŞ - Yek ji navçeyên ji erdhejê bi bandor bû Nurhaq bû û li Nurhaqê sewalkarî û cotkarî hatiye asta tunebûnê. Arzu gul a 35 sale bi sewalkariyê re mijul dibe,diyar kir ku piştî erdhejê hikûmetê alîkairya mazot û zibil nedanê û ji ber vê sedemê gelek sewalên xwe firotiye û wisa biçw wê dest ji sewalkariyê berdin.
 
Di 6’ê sibatê  navenda wê Mereş du erhejên dijwar pêk hatin û yek ji cihên herî zêde bi bandor bû Nurhaq bû. Li gorî daneyên fermî 87 kesî li Nurhaqê jiyana xwe ji dest da bû û gelek xanî û axurên li navçeyê hilweşiyan. Navçeya navê xwe ji çiyayê Nurhaqê digire û li bakurê navçeyê Elbîstan, li başurê wê Çaglayancerît, li rojavayê wê Ekînozu, li rojhilatê wê jî navçeyên Golbaşi ya Semsurê û Doganşehîr a Meletiyê cih digire. Çavkaniya herî mezin a navçeyê sewalkarî ye. Piştî erdhejê sewalkarî hat asta tunebûnê. 
 
Azra Gul a li taxa Karaçar çewlîka wê heye û bi karê sewalkariyê re mijul dibe diyar dike ku piştî erdhejê sewalkarî û cotkarî hatiye asta tunebûnê.
 
‘Me sewal bi ava berfê xwedî kirin’
 
Arzuyê destnîşan kir ku erdhej di dema zayîna sewalan de pêk hatiye û ev tişt bi lêv kir: “Dema zana sewalan bû. Ceyran tune bû. Av tune bû. Tişta me dît nayê vegotin. Me sewal bi ava berfê xwedî kirin. Hefteyekê me wisa îdare kir. Piştre ceyran hat. Lê dîsa hat birîn. Em tirsiyan ku sewalên me bimirin. Me ji îtfaye û şaredariyê alîkarî xwest. 35 sal e bi sewalkariyê re mijul dibim. Wek zarokên min bûn. Sewala min lê mêze kiribû, minê çawa goştê wê bixwara. Min mezin kir xwedî kir. Dema erdhej tê bîra min ez xwe nebaş hîs dikim.”
 
‘Piranî kesan sewalên xwe firotin’
 
Arzuyê ev tişt bi lêv kir: “Piştî erdhejê hikûmetê alîkariya mazot û zibil neda. Me bi derfetên xwe her tişt kir.  Taxa din ya hûn biçinê jî ew jî di rewşa me de ne. Ew jî debara xwe bi şîr dikin. Ew jî perîşan bûne. Sewalên xwe firotin. Hinekan pir erzan dan. Niha 100 dewarên me hene. lê piştî erdhejê me gelek firotin. Wan rojan me 10 serjê kirin. Piştgirî tune ye. Cotkarî qedya. Ez zarokan didim xwendin. Ez debara malê dikim. Ez nexweşim lê dîsa jî dixebitim. Neçarim bixebitim.”
 
‘Heta 12’yê şevê dixebitim’
 
Arzuyê destnîşan kir ku sibehê zû radibe û wiha daxuyand: “Çawa radibim êm didim sewalan didoşim. Piştre dest bi çêkirina penîr dikim. Ez bi baxçe re mijul dibim. Piştre carek din diçim cem sewlaan. Ez heta 12’ê şeve dixebitim. Lêçûna sewalan pir zêde ye. Wisa biçe em ê det jê berdin. Qet piştgirî nayê dayîn. Sewalkarî hatiye asta tunebûnê.  Piştî erdhejê em bi jinan re ketin piştevaniya kolektîf. Em her roj kom dibin û karê xwe dikin. Em bi piştevaniyê li ser piyan e.”
 
 
‘Sewalkarî hatiye asta tune bûnê'
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sewalkarî hatiye asta tunebûnê û got yekane çavkaniya debarê ya wan ev e. Arzuyê wiha dawî lê anî: “Di rewşa em baca xwe didin cezayên giran tên dayîn. Piştî erdhejê koçberiyek mezin hat jiyîn. Xaniyên mirovan hilweşiyan lê tu alîkarî nehat dayîn. Hikûmet bi kevçiyê çayê dide bi heskê digire.”