Qeyûm pirsgirêka veguhestinê bê çareserî dihêle

  • 09:04 11 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
 
AMED - Amed ku yek ji bajarên di alî veguhestinê de pirsgirêkan dijî, gel ji ber neçareseriya pirsgirêka veguhestinê bi bertek e.
 
Desthilatdariyê di 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyên bajarê Kurdistanê kir û pirgirêk her diçin zêde dibin. Di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînê şaredariya Amedê bû û li bajarên ku 2 mîlyon serjimara wê heye pirsgirêka veguhestinê nayê çareserkirin. Welatî ji bo bigihêjin kar xwendekar ji bo bigihêjin dibistanê neçar dimînin bikevin otobusê qelebalix. 
 
Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan. Hariye Demîrel da zanîn ku ji TOKÎ’yên Seyrantepe du wesayît tên û wesayîtên F7 piştî 19.00’an şûnde naxebitin. Ev dewlet li ku ye bila nîşan bidin. Şaredariyê got wê otobus zêde bibin. Lê her kes mexdûr e.”
 
‘Otobus çima di saeta xwe de nayên’
 
Leman Alan a li avahiyên TOKÎ rûdinê da zanîn ku veguhestin pir bi pirsgirêk e û got: “Otobus di saeta xwe de nayên. Otobusên tên tije ne. Cih tune ye mirov gava xwe bavêjin. Em mexdûr dimînin. Saeta wan saeta wan nagire. Bi rastî rewşa me zehmet e."
 
‘Divê pirsgirêk bê çareserkirin’
 
Aysel Işik daxuyakirin welatiyên Amedê bi saetan li rawestgehan dipê û wiha vegot: “Otobus pir dereng tên. Dema derneg tên jî tije ne. Em nikarin xwe bigihînin kar. Kal, pîr, jin, zarok bi saetan li rawestgehan dipên. Divê ev bê çareserkirin. Divê hejmara otobusan bê çareserkirin. Otobusên tên jî dereng tên.”
 
Evîn Azad jî daxuyakirin ku şaredariya qeyûm di vê mijarê de qels e û divê şaredarî hejmara otobusan zêde bike û gel jî li dijî van pirsgirêkan dengê xwe bilind bike, pirsgirêkan bîne ziman.
 
Zozan Kizilkaya jî ev tişt vegot: “Otobus nayên. Otobusa tê jî tije tê. Mirov nikarin cih bibihînin. Ji roja qeyûm hatine tayînkirin em di vê rewşê de ne. Em rezîl bûne.”