30 sal in bi pereyekî kêm gûza dişkîne!

  • 09:03 21 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Habîbe Eeren
 
DÎLOK - Cevahîr Avcî ku di salên 1990'î de ji ber gundê wê hat valakirin bi malbata xwe re ji Perwariyê koçî Dîlokê kirin, ji roja hatiye vir ve dest bi karê şikandina guzan kiriye. Cevahirê ku ev 30 sal in bi şikandina gûzan hewl dide debara  xwe bike, rojê bi heqê 4 simîtan dixebite.
 
Li Dîlokê ku bajarekî pîşesazî û kedê ye û  her tim koç lê tê kirin, piraniya kesên di salên 1990'î de ji gundên xwe hatin koçberkirin jî lê bi cih bûne. Li navçeya navendî ya Şahînbey a ku nifûsa wê digihêje milyonekê hejmara Sûriyeyiyan gelekî zêde bûye. Kesên ku bi giştî xizan in û hewl didin li bajêr jiyana xwe bidomînin, bi her cureyê çewisandina kedê re rûbirû dimînin. Hema bêje hemû malbatên qelebalix neçar in bixebitin, jin, zarok û extiyar jî di nav de.
 
Cevahîr Avcî ya ku di salên 1990'î de ji ber şewitandina gûndan ji aliyê hikûmetê ve gundê wê hat şewitandin û bi malbata xwe re koçber bû jî  yek ji wan kesên ku koçî bajêr kirine .Cewahîr a ku ji gundê navçeya Berwariya Sêrtê koçber bûye û li Dîlokê bi cih bûye ew jî wekî hemû kesên koçber bi çewisandina kedê re rûbirû ye.  Cevahir a ku hewl dide debara xwe bi şikandina gûzan bike 10 zarokên wî hene. Cevahir zehmetiyên ku jiyane bi van gotinan vegot: “Me girtin, xizanî û birçîbûn dît. Em li van bajaran perîşan in, zarokên min kaxizên çopê berhev dikin. Neviyê min dê emeliyat bibe, zehmet e lê ez neçar im di van şert û mercên zivistanê de bixebitim. Nexweşiya mîde û tansiyonê bi min re heye û ez gelek nexweş im. "
 
Rojaneya wê 4 simîtan dike
 
Cevahîr, anî ziman ku wê 15 salan fistiq şikandine û piştî ku êdî fistik bi makîneyan hatine şikandin wê dest bi şilandina gûzan kiriye û got ku ji bo her kîsekî 45 TL distîne. Cevahîrê, anî ziman ku ew herî zêde rojê dikare 1-2 kîs gûz bişkîne û wiha got: “Di zivistana sar de zehmet e. Em gûzên şikestî jî dikin pênc cure. Divê neyên tevlihevkirin û dema ku tevlihev bên kirin jî ji pereyê me dikujin. Em tenê dikarin di nav 7-8 saetan de kîsekî bişkînin. Em serê sibê dest bi şikandinê dikin û hetanî êvarê vî karî dikin. Karekî dijwar û zahmet e. Carinan dema ku em ji hev vediqetînin em şaş dikin. Zarokeka min a astengdar heye. Ez bi şikandina gûzan hewl didim ku ji bo debara malê bi hevjînê xwe re bibim alîkar. Hevjînê min di înşatan de dixebitî, lê niha êdî nikare vî karî bike û ji ber temenê wî kar nadinê.  Tiştekî em pê debara xwe bikin tune ye."
 
'Ez ne çûm betlaneyê ne jî min Dîlok dît'
 
Cevahîrê, anî ziman ku ewlehiya wan a civakî tune ye û karta xwe ya kesk a berê betal kiriye û wiha got: "Gotin keça te dixwîne û dikare te xwedî bike. Keça min bi zehmetî debara xwe dike, nikare debara xwe bike, dê çawa li me xwedî derkeve?" Cevahîrê, anî ziman ku heta îro qet neçûye betlaneyê û neçûye Dîlokê û wiha got: “Ev karê me ye. Divê em herdaîm bixebitin. Min rojekê jî bîhna xwe venedaye. Em her tim di bin zilm, nexweşî û tengasiyê de ne. Em her tim di nav belengaziyê de ne."
 
'Divê her kes li welatê xwe bijî'
 
Cevahîra ku dixwaze dinya bibe cihekî xweş, herî dawî got: “Divê her kes li welatê xwe bijî. Ez serkeftinê ji me hemûyan re dixwazim. Em dixwazin zilm û zorî bi dawî bibe, deriyên girtîgehan bên vekirin û girtî azad bibin.”