Sevgî bi têkoşînê pençeşêr têk bir: Ez ê di 25’ê Mijdarê de li kolanê bim

  • 09:03 22 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Sevgî Telcî Ercan ya salekê ji ber pençeşêra memikan hat dermankirin wê pêvajoyê jî di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de kolan terk nekir. Sevgî pençeşêrê bi têkoşîn û piştevaniya jinan têk dibe. Sevgî wiha dibêje: “Nexweşî nayê wateya mirov navber bidin têkoşînê. Niha em diçin 25’ê Mijdarê û tevî hemû zor û zehmetiyan.”
 
Ber bi 25’ê Mijdarê re, jin li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezin dikin. Sevgî Telcî Ercan yek ji van jinan e. Sevgî nexweşiya pençeşêrê têk dibe û têkoşîna xwe didomîne. Sevî ku tu carê dest ji têkoşîna azadiya jinê berneda di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de li kolanan bû. Sevgî dermanê nexweşî û têkoşîna xwe de ji ajansa me re axivî.
 
Jiyana xwe li ser berxwedana jinê ava dike
 
Sevgî li Tokatê tê dinê û li Stenbolê dijî. 7 zarokên wê hene. Di 2021’ê de bi nexweşiya pençeşêra memikan dikeve. Dermankirina wê heta Tîrmeha 2022’yan didome. Bi çar xwişkên xwe re li Stenbolê 20 sale kargerî vekiriye û dixebitin. Jiyanek komunal dimeşînin. Sevgî diyar dike ku qiraltiyek wan a jinan a biçûk heye û got jiyana xwe her tim li ser berxwedan û têkoşînê ava kirine.
 
Di pêvajoya dermankirinê de li kolanan bû
 
Sevgiyê, destnîşan kir ku beriya nexweşiyê min li her qadê têkoşîna jinê dimeşand û wiha nirxandin kir: “Dema dermankirinê de jî min kolan terk nekirin. Pêvajoya dihatim dermankirin tevli 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê bûm. Ez ji berxwedana jinê hez dikim. Em komek jin ku 12 kesî pêk tên saleke li dijî politîkayên tundî û çewisandinê li Taksimê tên gel hev û tevli bernameyan dibin. Nexweşî nayê wateya mirov navber bidin têkşoîna xwe. Têkoşîn divê her tim hebe. Em jin li her qada jiyanê têdikoşin. Ji ber vê min tu carê xwe neda alî. Min xwe nexweş nedît. Min wisa bikira ez ê hîn bêtir nexweş biketama.”
 
Piştevanî hêviyê dihûne…
 
Seviyê bi lêv kir ku bi saya piştevaniya jinê her roj jiyan û hêviyek nû tê hûnandin û wiha dirêjî daye: “Bi saya piştevaniya jinê her roj jiyan û hêviyek nû tê hûnandin. Pêvajoya nexweşiyê de min hem nexweşî têk bir û hem jî min zêdetir têkoşîna xwe meşand. Ji bo cîhanek azad divê em tu carê dest ji têkoşînê bernedin. Hêza ku jin didin hev gelek girînge. Em jin ji hev hêzê digirin. Em jin jiyanek komulan dimeşînin. Em ji yekitiyê hêzê digirin.”
 
Tevli çalakiyên HEDEP’ê bû
 
Sevgiyê diyar kir ku beriya nexweşiyê jî tevli çalakiyên jinan yên HEDEP’ê bûye û wiha vegot: “Beriya nexweşiyê jî ez pir aktîf bûm. Tevli çalakiyên jinan yên HEDEP’ê dibûm. Çi ji destê min hat min kir. Ez hewl didim piştgiriyê bidim hemû çalakiyên jinan.”
 
‘Moralê min her tim di cih de bû’
 
Sevgiyê behsa nexweşiya xwe kir û wiha got: “Min nexweşî rojekê ferq kir. Ez çûm doktor. Teşisa pençeşêrê kirin. Piştre emeliyat bûm û dest bi kemoterapiyê kirin. 6 meha kemoterapi hat kirin. Porê min weşiya. Lê min ji xwe hez dikir. Ez bixwe bawer bûm. Moral û motivasyona min di cih de bû. Qet bi bandor nebûm. Teşîsa zû bi naskirina beden pêkane.Divê hemû jin bi awayekî azad bijîn. Tu carê dest ji têkoşînê bernedin. Ez bang li hemû jinan dikim ku 25’ê Mijdarê de cihê xwe li qadan bigirin.”