Dêra Çengîllî bi rûxandinê re rû bi rû ye

  • 09:02 29 Mijdar 2023
  • Jiyan
Rojda Aydin 
 
QERS - Avahiyên dîrokî yên aîdê ermeniyan xwedî li çîrokekî ne, ji van avahiyên dîrokî yek jî Dêra Çengîllî ya Qaxizmana Qersê ye. Dêra Çengîllî ji ber ku nayê parastin roj bi roj hildiweşe. 
 
Li her bajar, gund û xaka Kurdistanê xwedî li dîrokekî ye. Bi taybetî avahiyên dîrokî yên aîdê ermeniyan ku her yek xwedî li çîrokekî ye, îro bi hilweşandinê re rû bi rû ne. Ji van avahiyên dîrokî yek jî Dêra Çengîllî ya li gundê Çengîllî ya navçeya Qaxizmana Qersê ye.  
 
Dêra Çengîllî ku ji piştî zayînê (P.Z.) sedsala 10’emîn de maye heta vê rojê, terkê qedera xwe hatiya kirin. Dêr ji ber nenêrtiyê niha di xeteraya hilweşandinê de ye. Dêra Çengîllî ya serdema navîn a ku ji aliyê bawerî û çandê ve xwedî li girîngiyeke mezin e. Her wiha ji aliyê Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ve weke “Hebûna çandê ya nayê veguhestin” hatiye qeydkirin. Dêr ji ber ku ne di bin parastinê de ye, niha weke axûr tê bikaranîn û welatiyên gund ka ya xwe dikinê hindirê wê. Dêra ku bala tûrîst û lêkolîneran dikişîne li bendê ye ku ji aliyê rayedaran ve bê restorekirin û parastin.
 
Şêniyên gundê Çengîllî jî benda rayedaran e ku dêra ku aîdê ermeniyaye bê restorekirin û parastin. Di heman demê de ji ber ku li derdora dêrê xanî hene û metirsiyê çêdike. Şêniyên gund dixwazin li hemberî kevirên ku ji dêrê bikevin tedbîr bên girtin û dixwazin avahî bê restorekirin.
 
Dêra Çengîllî ya dîrokî ku divê di nava tûrîzma baweriyê de cih bigire, mixabin îro weke avahiyeke hilweşiyayî ye û gundî zibilê sewalan li dora wê dirijînin. 
 
Dêra Çengîllî, P.Z. di dawiya sedsala 10’emîn de hatiye avakirin, wek planek xaçê hatiye çêkirin. Hûndire dêrê 20x15 metre dirêj e, 25 metre bilind e, qûbeya wê ya ku ji 9 metre bejna wê bilind dibe, dişibe wek konekî bi teşe. Li aliyê rast û çepê dirêjahiya rojava ku deriyê sereke yê dêrê ye, derî hene. Li ser deriyê têketinê hêmanek xemilandî heye ku yek metre ji rast û çepê derdikeve û dişibe nîvdorek bi qalindahiya 1,8 metre. Li ser van xemilandinan paceyek bilind heye. Beşa qubeyê dişibihe konekî tûj û li aliyê rastê 12 paceyên wê hene. Dêr di sala 1791’ê de hatiye tamîrkirin û di dema tamîrkirinê de nivîsa li ser deriyê têketinê hatiye danîn. Dêr niha wekî sermayek hebûna çandê ya nayê veguhestin tê tomarkirin.