Girtiya nexweş berxwedêr: Rîhan Kavak Ozbek

  • 09:01 14 Nîsan 2022
  • Portre
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Girtiya siyasî Rîhan Kavak Ozbek 6 sale li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û bi rîska pençeşêrê re rû bi rû ye. Rîhan ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû, di vî 6 salî de pirsgirêka giran a tenduristiyê dijî.
 
Binpêkirina mafan ya li girtîgehan roj bi roj zêde dibe û dengê girtiyên nexweş nayê bihistin. Yek girtiyên nexweş ya di lîsteya ÎHD’ê ya hezar û 605 kes  tê de ne, girtiya bi navê Rîhan Ozbek (49) e. Di 3’yê adara 2016’an ku wê demê hevseroka Partiya Herêmên Demokrat (DBP) ya Amedê bû, di nava kesên ku ji Sûrê hatin tahliyekirin de bû. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê yê Rîhanê 6 sale li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye. Rîhanê bi nameyekê jiyan û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot û em jî dengê wê guhdar dikin…
 
Rîhanê bi gotinên "Ev jiyana li kurdan rewa hat dîtîn min ferq kir ku li her derê Kurdistanê tê jiyîn û ez bêdeng nemam" jiyana xwe bi kurtasî vedibêje. Rîhan şahidiya zextên dewlet û kontragerîla yên salên 90’î dike. Di temenê biçûk de bûyerên şahidiya wê dike, wê dike xwedî nasnameyeke têkoşer.
 
‘Li Amedê ne pêkane mirov nebin xwedî bûyeran’
 
Rîhan di 3’yê nîsana1973’yan de li Sûr a Amedê yek ji 7 zarokên malbatekê tê dinê. 5 zarokên Rîhanê hene. Şahidiya darbeya leşkerî ya 12’yê Îlon û bûyerên giran yê pêvajoya tarî ya salên 1990’î dike. Rîhan wiha dibêje: “Li cihekî wek Amedê ne pêkane ku mirov nebin şahidên bûyerên civakî. Min jî di temenê biçûk de şahidiya van kir. Bi vê re ez ji malbatek bi hestiyar û aktîf tên. Di temenê biçûk de berteka min hestiyarî be jî di nava demê de ev veguherî hişmendiyê.”
 
Îşkence, zext û komkujî
Rîhan di temenê zarokatiyê de zextên dewletê, îşkence, girtin û kuştinên kiryar nediyar nas dike. Di 16 salî de piştî pismamê wê ji aliyê kontrgerîla ve tê qetilkirin gelek bi bandor dibe û wiha dibêje: “Kurdî ku mafê me yê herî xwezayî bû hat qedexekirin. Dema kesek biaxiviya ceza didan. Ev yekser pirsgirêkên ku malbat amin dijiyan bûn. Li ser malbata min zext zêde bûn.”
 
‘Min nikaribû jiyanek normal bijîm’
 
Rîhan diyar dike ku birayê wê jî di temenê ciwan de tê îşkencekirin û di encama zextan de neçar dîmene welat terk bike û piştî re jiyana xwe ji dest dide. Rîhan wiha dibêje: “Vê jî nîşan dida ku ez wek jineke kurd nikarim jiyanek normal bijîm. Birayê min yê biçûk jî di encama têkoşîna meşand de jiyana xwe ji dest da. Du birayê min di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Xwişka min ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Vê bandorek mezin li ser min kir û têkoşîna min jî dest pê kir.”
 
‘Ez bêdeng nemam’
 
Rîhanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ev jiyana li kurdan rewa hatiye dîtin ferq kiriye ku li her derê Kurdistanê tê jiyînê û ev tişt vegot: “Ez di 2014’an de bûm hevseroka DBP’a Baglar a Amedê û tevlî siyasetê bûm. Min got ez xwe bigihînim her kesî û êşa wan parve bikim. Ji ber min jî heman êş jiya bû. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde bi atmosfera zextê re li bajaran qedexeyên derketina derve  dewletê dest bi hilweşînê kir û ez wek jin û siyasetmedar bêdeng nemam. Ji bo vî şerî re bêjim na, ji bo kes nemire, mala mirovan xera nebe ez çû Konê Aştiyê yê li Sûrê. Lê biçûyîna min re ketin û derketina Sûrê hat qedxekirin. Qedexe hatibû îlankirin."
 
Qada berxwedanê ya nû: Girtîgeh
 
Rîhan di 3’yê adara 2016’an de piştî ji Sûrê hat tahliyekirin ji aliyê leşker û polîsan ve îşkence dît. Çar rojan binçavan de ma û hat girtin, şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştre surgunê girtîgeha Sîncanê kirin. Rîhanê ji nasname û zimanê xwe tawîz neda û têkoşîna xwe li girtîgehê jî didomîne. 4 salan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘xerakirina yekitiya dewletê’ li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat darizandin û 12’yê adara 2020’an de 12 sal û 6 meh ceza danê. Piştre Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê ceza kêm dît û xera kir, dîsa şand dadgeha herêmî.
 
Dadgehê ji bo tespîtkirina ku birîn li ser bedena wê heye an na biryar dan bibin nexweşxanê. Sê caran birin nexweşxana kampusê ya girtîgeha Sîncanê. Dozgerê ku delîleke ku ketiye pevçûnê nedît,  ewl şand ATK’ a Enqereyê û piştre jî ya Senbolê. Her du ATK’yan jî şopa ku ketiye pevçûnê nedîtin. Lê birîna 40 sal berê ku dûpîşkê pê girtibû wek birîndariyê derbasî raporên ATK’ê kirin. Li ser vê cezayê muebet û 13 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Dadgeha Îdarî ya herêmî ya Dîlokê vê carê ceza têr dît û erê kir. Dosya hîna li dadgeriyê ye.
 
Nikare kurê xwe yê astengdar bibîne
 
Rîhan 6 sale  nikare bi rêk û pêk malbat û zarokên xwe bibîne. Kurê wê yê ji sedî 88 astengdare jî 6 sale dayika xwe nabîne.  Rîhan her wiha nexweşiyên wê yên hîpertîroît, fitiqa piştê, astim, helîna hestiyan, xerabûna teşeyê gurçikan, mezinbûna çav, di sûtû de nerehetî hene. Rîhan di şertên girtîgehê de nayê derbakirin û roj bi roj rewşa wê giran dibe. Her wiha rîska ku hîpertîroît veguhere pençeşêrê heye. Ji bo dermankirinê dema dibirin nexweşanê jî  leşkeran şîdet û heqeret lê kirin. Li Rîhanê lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.