Jiyaneke bi têkoşînê tijî: Dîlber Tanrikulu

  • 09:04 10 Gulan 2022
  • Portre
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu da zanîn ku straneke li ser zimanê her kesî di nava demê de li ser zimanê wê jî geriyaye. Dîlber ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye tevî şertên giran yên pirsgirêkên tenduristiyê nayê dermankirin.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal e didome û ev tecrîd bandorê li ser girtîgehên din jî dike. Bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi binpêkirinên giran re tên rû hev û bi taybet jî girtiyên nexweş rewşa wan her diçe giran dibe. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên sala 2022’an ji 2021’ê heta nha herî kêm 46 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û her wiha 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
 
Yek ji van girtiyan jî girtiya bi navê Dîlber Tanrikulu ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birînê. Dîlber ji 2016’an heta niha girtiye û ji ber parçeyên şarapnelê yên li çîm û milê wê ketiye pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî. Di heman demê de reh û lemlateyên wê, kulîmeka wê, nexweşiya mîde û roviyan jî pê re heye.
 
Dîlber bi gotina ‘Strana li ser zimanê her kesî di nava demê de li ser zimanê min jî geriya’ têkoşîna xwe ya ku ji temenê zarokatiyê de dide vedibêje. Dîlber hîna di temenê biçûk de bû jiyana xwe ya di tehma stranekê de ye dijî.
 
Ewil têkoşîna nasnameyê piştre ya hebûnê
 
Dîlberê li Nisêbîna Mêrdînê yek ji 6 zarokên malbatekê wek ya çaremîn tê dinê. Dîlber ewil têkoşîna nasnameyê û piştre jî ya hebûnê nas dike û di temenê ciwan de li dijî zîhniyeta serdest a mêr serî hilddide û piştre jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê. Dîlber dema xwendekara lîseyê bû di pola 11’an de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dest ji dibistanê berdide û piştre jî ji bo nasnameya xwe têkoşînê dide.
 
‘Wê stranê li ser zimanê min jî cih girt’
 
Dîlber diyar dike ku ew tevlî gotina ‘erdnîgarî qedera mirova ye’ nabe û wiha dibêje: “Her çiqas tevli vê gotinê nebim jî di xeta dibêjin qeder de pêş ketim û piştre min riya xwe xêz kir. Taxa ez lê mezin bûm navenda zilm, îşkence û di heman demê de ya berxwedanê bû. Naskirina rastiya kurd, ji bo wê têkoşîn dayîn, di temenê zarokatiyê de li dijî zilmê nîşaneyeke serkeftinê jî wê demê serkeftinek mezin bû. Her çiqas ne divê hişmendiyê de bim jî berxwedêrî û xwîna kurd ez ber bi vê re birim. Ew strana li ser zimanê her kesî di nava demê de li ser zimanê min bû jî.”
 
Serhildana wê ew kir civakî
 
Dîlber diyar dike ku di nav demê de serhildana wê mezin dibe û got: “Tirs û fikara bi salan hatibû afirandin ne hêsan bû ez hema wisa ji ser xwe bavêjim. Min bi naskirina rastiya xwe ev dikaribû ji ser xwe biavêta. Aliyê min ê vala di nava demê de tije bû. Piştî her tişt baş runişt ez jî parçeyek aktîf yê têkoşînê bûm. Di hemû çalakiyên civakî de min jî di eniya pêş de cihê xwe girt.”
 
‘Rûyê hov xwe nîşan da’
 
Dîlberê got di hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdara 2015’an de wek jinek ciwan di xebatan de cih girtiye û piştî qedexeyan mala xwe terk nekiriye û wiha dibêje: “Çawa ku nebatek ji axê qût bibe wê di nava demê de biçilmise, wê terkirina bajar ez jî wisa bikirama.Ya mirovahî, ya wijdanî û ahlaqî jî ev bû ku divê li ser axa xwe bûma. Bêguman gelek bedelên vê jî hebûn. Ez bûm şahidê komujî û berxwedanê. Wê demê ji bo tu kesî mafekî biçûk yê jiyanê nedihat nasîn. Hebûna mirovan a li wir hat jibîrkirin. Şer rûyê xwe yê herî hov nîşan da.”
 
‘Seranserê rê îşkence kirin’
 
Dîlberê di 26’ê Gulana 2016’an de bi 17 jê zarok 70 kesî re ji korîdora tê avakirin tê derxistin. Dîlberê ji ber parçeyên şarapnelê li çîm û milê wê dikeve birîndar dibe. Piştî tê tahliyekirin rastî heqeret û şîdeta polîs tê. Dîlber tiştên hatiye jiyîn wiha bi lêv dike: “Dema em derketin, leşkeran îşkenca fîzîkî û psîkolojîk li me kir. Ji ber parçeyên şarapnelê di milê min û lingên min de xesarên mezin çêbûn. Ev ancax bi dermankirinê dikaribûn baş bibûna. Lê dema ez birim nexweşxanê seranserê rê îşkence li min kirin. Bi pişta çekê li her derê laşê min xistin. Çima min ya parçe bibû, hestiyê wê hemû şikest, parçe parçe kirin.  Ji ber darbeyan li nexweşxanê malbatê ez nas nekirim. Ne tenê lşkeran.  Peywirdarên tenduristiyê yên ji tenduristiya min berpirs di çîma min de zirarek mezin hiştin.”
 
Gotine ‘hewce bi dermankirinê tune ye’
 
Dîlberê destnîşan kir ku ne li ambulansê ne jî li nexweşxanê mudaxaleyê birînê nekirine û li Nexwexaneya Delwetê ya Mêrdînê gotine ku divê çima te bê birîn. Dîlberê wiha dirêjî dayê: “Di sê mehan de emelyatên giran bûm. Di encama vê de protez xistin kulîmeka min. Ez niha nikarim her karî bikim, nikarin xwar û rast bibim. Li nexweşxanê ku hîna min nikaribû tu tiştek bikira ez birim Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Tevî emelyat nû bû tu tiştek nekirin. Ez ji bo dermankirinê çûm nexweşxanê gotin hewce bi dermankirinê tune ye.” 
 
Ji temenê wê zêdetir ceza
 
Dîlber bi îdiaya ‘yekitiya welat xera kiriye’ bi 70 hevalên xwe re hat darizandin û sê salan derket pêşberî dadger û di 3’ê Kanûna 2019’an de ji ‘yekitiya welat xerakirin’ cezayê muebtê, ji ‘bi qestî kes kuştin’ 16 sal û ji ‘zirar daye malê cemawerî’ jî 3 sal, ji ‘madeyên bi xeter bê destur bikaranîn’ 7 sal û 6 meh cezat lê birîn. Dîlbera ku hîna 23 salî ye cezayê muebeta giran û 26 sal ceza danê.
 
Derman nekirin
 
Di 2018’an de bi hinceta baş bûye surgunê Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Dîlber diyar dike ku heman nêzîkatî li wir jî jî berdewam kiriye û wiha vegot: “Dema çûm dermankirinê wekê ku ez di lêpirsînê de me doktoran pirs pirsîn. Bi nexweşiyê re eleqeder nebûn û gotin tu çawa birîndar bûyî. Nexweşiya min li girtîgehê giran bû. Ez bi alîkariya hevalên xwe li ser piyan disekinim. Şarapnela di milê min de gelek min nerehet dike. Tevî min ji doktoran got tiştekî bê kirin tune ye. Bi salan li milê min mêze nekirin. Nerehetiye di milê xwe de min piştî salan şûnde fêm kir. Ji ber parçeyê şarapnelê damar û lemlate zirav bûne.”
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Dîlberê ligel van parçeyên şarapnelê bi gelek nexweşiyên din jî ketiye. Nerehetiye dil dijî û di kapaxa dil de pirsgirêk heye. Dîlber divê bihata dermankirin û di bin kontrola doktor de bûna.  Lê ji ber pandemiyê şertên dermankirinê kêm bû. Dîlber wiha dibêje: “Ez ji  bo dil çûm doktor, beyî li dosya û ultrasonê binêrin gotin ez vî dermanî didim. Xwarinên girtîgehê pir xerabin. Ez pirsgirêka mîde û roviyan dijîm. Li girtîgehê derfetên dermankirinê tune ne. Ez zilma ku didome jî nexweşiyan roj bi roj girantir dike.”
 
Girtiya nexweş Dîlber ku 6 sal e girtî ye, tevî şert û mercên tenduristiyê têkoşîna xwe di nava çar dîwaran de dimeşîne.