Darbeya li hemberî vîna gel hat protestokirin

  • 15:54 2 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nedayîna mazbataya namzetê hevşaredariyê Abdullah Zeydan li gelek bajaran bi çalakiyan hat şermezar kirin. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbata wî nedanê û dan namzetê AKP’ê Abdullah Arvas ê di hilbijartinê de têk çûyî. Derbarê mijarê de li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn. 
 
Agirî 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbata wî nedanê li Bazîdê DEM Partî daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiya Bazîdê hat dayîn de parlamenterê herêmê Sirri Sakik, Hevserokên Şaredariyên Agirî û Bazîdê, rêxistinên DEM Partî yên Agirî û Bazîdê û bi dehan welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebirê DEM Partiya Bazîdê Sûat Yîgît ve hat xwendin.
 
‘Hişmendiyên nû yên derqanûnî dikevin meriyetê’
 
Suat, diyar kir ku partiya wan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Wanê serkeftineke ku qet nehatiye dîtin bi dest xistiye û wiha got: “Gelê Wanê her 14 şaredariyên ku Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de ye, bi DEN Partiyê bi dest xist û bi ferqeke mezin di meclîsa giştî de bû partiya yekemîn. Bi vî rengî gelê Wanê vîna xwe bi awayekî zelal û xurt li ser sindoqan nîşan da. Li gel her cure şert û mercên newekhev, zext û hilbijêrên derqanûnî jî partiya me bi taybet li Wanê li gelek navendan serkeftina xwe îlan kir. Ev vîna xurt di heman demê de bersivek ji rejîma bawermend re bû. Dema ku gel peyamek wiha eşkere da; li Wanê hişmendên nû yên derqanûnî dikevin meriyetê.”
 
Banga ji bo raya giştî
 
Sûat, da zanîn ku ev hişmendî berhema feraseteke ku vîna gel ji nedîtî ve tê û wiha pê de çû: “Divê demildest ev biryara şaş bê paşvegerandin. Ev hewldana ku vîna gelê Wanê tune dihesibîne, derqanûnî ye. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî vê pêngavê hestiyar bin. Prensîba bingehîn a ku demokrasiyê diafirîne rêzgirtina îradeya gel e. Em hikûmetê vedixwînin ku rêzê li vîna gel bigire. Encamên sindoqên Wanê tercîha gelê Wanê ye. Guhertina van encaman bi hîle û komployê derbeyeke eşkere li vîna gel e. Em vê hizirê red dikin ku her amûrek siyasî û burokratîk dike amûrek ji bo sextekarî û neheqiyên xwe. Em van fêlbaziyên qirêj ên li dijî gelê Wanê hatine kirin, bi temamî qebûl nakin. Dema ku bang li hikûmetê kirin ku rêzê li îradeya gel bigire; Di serî de gelê Wanê û raya giştî ya demokratîk em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê neheqî û diziya îradeyê ya eşkere hestiyar bin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “li dijî Faşîzmê mil bidin milêv hev” hat berzkirin ve bi dawî bû.
 
Qers
 
Li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Qersê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA),  namzetên hevşaredariya Qersê Arzu Savaş Derman, Kenan Karahanci, hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay, hevşaredara Dîgorê Ulker Ozatîk, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek welatiyan, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin heman zîhniyeta qeyûm didome û li wanê vîna gel hat xespkirin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Di daxuyaniyê de banga hişyariyê ji rayagiştî hat kirin. 
 
Amed 
 
Parêzerên Baroya Amedê, têkildarî paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê daxuyanî dan. Şaxa ÎHD’a Amedê, Şaxa OHD’A Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzerên Zeydan jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê hiqûq ji holê rabûye. Kengî bixwazin bi daxwaza siyasetê mudaxileyî mafên teqezbûyî dikin.”