AKP hewl dide Bazarcixê xesp bike

  • 16:07 2 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
QERS - AKP a ku dixwaze Şaredariya Bazarcixê ku ketibû destê DEM Partiyê xesp bike û ji bo vê li YSK’ê îtîraz kir. 
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Bajaroka Bazarcixê ya Dîgor a Qersê kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). AKP ku dixwaze vîna xelkê navçeyê xesp bike, li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) îtîraz kir. 
 
Li bajaroka Bazarcixê 2 hezar û 185 hilbijêr hene û ji van hezar û 818 deng derbasdar hatin hesibandin. Ji van dengan 991 jê DEM Partiyê û 827 jî namzetê AKP’ê stand. 
 
Di hilbijartinên 2019’an de şaredariya bajarokê bi hinceta “KHK’î ye” ji namzetê HDP’ê Ebubekir Erkmen hatibû standin û dabûn namzetê AKP’ê.