Li Stewrê li dijî xespa îradeyê îtîraz

  • 16:08 2 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Namzetên Hevşaredariyê yên  yên DEM'ê yên Stewrê li dijî xespkirina îradeya xwe ya ku bi veguhestina hilbijêrên ji aliyê îqtîdarê ve hat kirin daxuyanî dan çapemniyê û gotin ku li dijî desteserkirina îradeyê dest bi pêvajoya îtîrazê kirine.
 
Di hilbijartinên herêmî yên navçeya Mêrdîn Stewrê de jî hat aşkerakirin ku wekî li gelek bajarên li Kurdistanê  hilbijêrên ji leşker û polîsan pêk dihatin li navçeyê hatin veguhestin û dengê xwe bi kar anîne.  Şaredariya Stewrê ku tenê bi ferqeke biçûk aredarî ji aliyê AKP'ê ve hat girtin, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) a Mêrdînê piştî lêkolîna ku kir îro li Stewrê derbarê hilbijartinan de daxuyaniyek da.  
 
Daneyên nelirêtiyê hatin tespîtkirin
 
Namzeta Hevşaredariyê Hatîce Oncu ya ku daxuyanî xwend, diyar kir ku wan bêhiqûqî yek bi yek tespît kirine. Hatîceyê got, “Me bi qeydkirina hilbijêrên derqanûnî yên ji derve, nav bi nav û delîlên ku di destê me de ne, encamên ras nehatinine bidstxistin Di sindoqa jimare 1001 de bi awayekî vekirî dengdayîn hat kirin û 4 kesên li dervê navçeyê jî dengên wan hatin bikaranîn. Hemû daneyên me bi îmze hene. Di sindoqa bi hejmara 1014'an de dîsa dengdana komî û vekirî hat kirin û dengê 6 kesên li derveyî welat hat dayîn. Kesên li Stenbol û Îzmîrê dijîn tevî ku wê rojê ne li vir bûn jî dengê wan hat dyîn dan. Li vê sindoqê li şûna li Îskenderûn, Adapazarî û Aydinê deng hatin dayîn.
 
'Li tevahiya Kurdistanê bêrêtî kirin'
 
Hatîce di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em di vê meha Remezanê de bang li hemû gelê Stewrê dikin, vîna vî gelî bi hilbijêrên derqanûnî, dizî û desteserkirinê hatiye îpotekkirin. Niha hemû bêexlaqî û diziyên kesên ku  behsa Îslam, ehlaq û hiqûqê dikin derketiye holê  Di 31’ê Adarê de vîna gelê Stewrê hate desteserkirin. Dengdana komî û vekirî jî sûc e. Li vir em ê bi pêvajoyên xwe yên îtîrazê vîna gel biparêzin. Tenê li Stewrê ev hilbijêrên ne ji vir nehatine dîtin. Li hemû bajarên Kurdistanê bi sepandina heman sîstema hilbijartinê ya derqanûnî, hewl dan îradeya gel xesp bikin."