Ji Amedê bang li Wanê kirin: Gelê Kurdistanê ligel we ye

  • 16:36 2 Nîsan 2024
  • Ramyarî
AMED - DEM Partiyê li Amedê li dijî dijhiqûqiyên li Wanê daxuyaniyek da û got: “Darbe li îradeya gelê Wanê xistin. Em li cem gelê Wanê ne. Em ê şareariyan teslîmê wan nekin.”
 
Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê der barrê rewşa hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û mijara mazbatayê de li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de girseyê bê navber dirûşmeya ‘Abdullah Zeydan rumeta me ye’ berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partî ya Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku wê şandina qeyûman nîşanê her kesî bidin û got tişta li dijî faşîzmê bê kirin wê bikin. Abbas got îradeya gelê Wanê di sindoqan de bi awayekî herî xurt xwe daye der û got: “Abdullah Zeyran hevşaredarê Wanê ye.Bila her kes li dijî vê rêzdar be. Demildest ji vê biryara şaş vegerin.”
 
Divê her kes berteka xwe nîşan bide
 
Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî axivî û daxuyakirin ku divê li dijî vê her kes berteka xwe nîşan bide, tu kes bÊ deng nemîne û got wê destur nedin vê xespkirina maf.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî axivî û û daxuyakirin ku gelê Kurdistanê ligel Wanê ye û wê şaredariyên xwe teslîmê wan nekin.
 
Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Amed bi we serbilinde’ hat berzkirin.
 
Polîsan mudaxaleyê girseyê kirin û encama mudaxaleya polîsan de milê welatiyekî hat şikestin û 4 welatî hatin binçavkirin.