‘Nisêbîn bi rihê 7’ê Hezîranê xwedî li hilbijartinê derket’

  • 09:03 3 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku serkeftina şandina qeyûm pîroz kirine û got: “Gelê Nisêbînê di pêvajoya hilbijartinê de û şeva hilbijartinê bi rihê 7’ê Hezîranê xwedî li hilbijartinan derketin.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de şerê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dimeşîne û têkçûna aboriyê xwe da dest. Li bajarên Rojava AKP’ê windahiyek mezin jiya û li bajarên Kurdistanê jî gel çû ser sindoqan û qeyûm şandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 80 şaredarî bi îradeya gel bi dest xist. Bi pergala hevserokatiyê re wê hemû bajarên Kurdistanê bi jinan re bên bi rêvebirin. Yek ji van bajaran jî Mêrdîn bû. Navçeyên wê Artûklu, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn wê bi DEM Partiyê bê birêvebirin.
Yek ji bajarê ku zîhniyeta qeyûm û polîtîkayên şerê taybet lê serdest bû Nisêbîn bû. Tevî polîtîkayên şer Selahattîn Ay û Gulbîn Şahîn Daghan bûn namzet û ji sedî 75,38 deng girtin û qeyûm şandin. Hevşaredar Gulbîn Şahîn Daghan encamên hilbijartinê nirxandin.
 
* Tabloyeke serkeftinê ya DEM Partiyê derket holê. Nisêbiniyan biryara xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn vê serkeftina gel çawa dinirxînin?
 
DEM Partiyê hem li Nisêbîn hem li hemû Kurdistanê hema hema hemû şaredarî girt. Niha li Kurdistanê gel û DEM Partî serdest e. Di pêvajoya dawî de mafên gel ji aliyê desthilatdariyê ve hat xespkirin. Bi taybet yek ji vê aborî bû. Di vî alî de têkçûnek hebû. Gel bi girseyî xwedî li partiya me derket. Ev bertek di 8’ê Adarê de bi rengê jinê derket holê, bi agirê Newrozê berdewam kir. Gelê me daket qadên Newrozê û peyama xwe dan. 
 
* Di 8’ê Adar û Newrozê de pêşengiya jinan li holê bû û li Êlihê li hember Hîzbullahê namzeta me ya jin bi ferqek e mezin bi ser ket. Niha 80 şaredariyê wê hevşaredarên jin bi rê ve bibin. Hûn çi dibêjin?
 
Me starta 8’ê Adarê li Êlihê da. Ev start di alî hişyarkirinê de bû teşwîq. Em ji Nisêbînê mînak bidin û me li navend û navçeyên din di endamtiya meclîsa şaredariyê de pergala fermuarê pêk anî. Belê me bi hevserakatiyê dest pê kir û ji vê polîtîkayê me encamên cidî girtin. Me jin li her qadê bi awayekî çalak xurt kir. Di pêvajoya dawî de li hemû qadan jin bû xwedî maf û gotin. Niha li Nisêbînê lîsteya encumeniyê bi pergala fermuarê hatiye avakirin. Hemû endamên me yên meclîsê yên jin ketin meclîsê.”
 
*Du dem in qeyûm dihatin tayînkirin. Pêvajoya hilbijartinê çawa derbas bû? Coş çawa bû?
 
Coşek gel pir mezin bû. Me qeyûm nedîtin. Mudaxaleyê qadan jî nekirin. Di rewşa normal de dema şahiyek tiştek bibûna hema mudaxale dikirin. Piştî qeyûman ev hîn zêdetir bibûn. Bi taybet li hember ciwanan polîtîkaya zextê hat meşandin. Şeva hilbijartinê piştî sindoq hatin vekirin ciwanan berê xwe dan qadan. Li her kolanên taxê pîrozbahî hebûn. Mudaxaleyê pîrozbahiyan nekirin. Xwedîderketin û coşek mezin hebû. Li dijî vê xwedîderketian gel me gotin nedît. 
 
* Li gorî daneyên ne fermî rêjeya dengan a Nisêbînê diyar bûn. Îsal Licê ya Amedê di rêza yekem de ye. Nisêbîn wê rêza yekem bide Licê? Hûn ji bo navçeyên din ên Mêrdînê çi dibêjin?
 
Navçeyên Kurdistanê bi hev re di pêşbirkê de ne. Nisêbîn di vî alî de bi awayekî cidî pêş de ye. Bi Licê re di vê pêşbirkê de ye. Em ji vê re bêjin ev pêşbirka têkoşînê ye. Pêşbirkeke ku hemû navend û navçe bi hev re bilind dibe ye. Niha encamên hilbijartina me ji sedî sed aşkera nebûye. Di piranî girtekan de dengên me ji partiyên din re hatine nivîsin. Me îtîrazên xwe kir. Piştî îtîrazan wê derkeve holê em an Licê yekemîn in. Gelê Nisêbînê di pêvajoya hilbijartinê de û şeva hilbijartinê bi rihê 7’ê Hezîranê xwedî li hilbijartinan derketin.”