Hevşaredara Curnê Reş: Xwedî li vîna xwe derkevin

  • 09:41 3 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl, bertek nîşanî biryara nûkirina hilbijartinê ya Curnê Reş a li ser nerazîbûna AKP'ê ya ku pusulayên dengan şewitand da û got: "Em bang li hemû gelê xwe û bi taybet Curnê Reş dikin ku xwedî li dengên xwe derkevin. Em şaredariyên xwe nedin qeyûman."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li Rihayê bi ser ket. DEM Partiyê şaredariyên Curnê Reş, Pirsûs, Xelfetî, Hewag, Berecûk, Serêkaniyê û Wêranşarê bi dest xis. Yek ji şaredariya ku DEM Partî bi qezenckirina wê herî zêde pê keyfxweş bûyî jî Curnê Reş bû ku piştî 45 salan dîsa hat bidestxistin. 
 
Di hilbijartinê de DEM Partî 521 ray ji AKP'ê zêdetir wergirtin û bi ser ket. AKP jî ji bo encamên 15 sindoqan îtiraz kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî piştî îtiraz a AKP'ê biryara jinûvelidarxistina hilbijartinê da. Wekî hincet jî hat nîşandan ku nebûna pusûleyên sindoqa bi hejmara 1120'an bû ku Meclisa Ciwanan a AKP'ê şeva hilbijartinê ew şewitandibûn. 
 
Gel li dijî xespkirinê bertekên xwe li kolanan anî ziman û DEM Partî jî serî li Lîjneya Hilbijartina Bajêr da. Hevşaredar Garîp Yeşîl Yurt ji ajansa me re axivî.
 
Garîp, diyar kir ku di 31'ê Adarê de welatî çûn ser sindoqan û dengê xwe bikaranîn û wiha got: "Gel vîna xwe diyar kir û vîna gel li vir bi ser ket. Zîhniyeta qeyûm belavî li her derê bû. Dixwazin Curnê Reş dîl bigirin, lê şêniyên navçeyê dê rê nedin vê yekê. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin û em kolanan terk nakin. Em ê li cem vîna gel bin." 
 
Garîp, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya Curnê Reş û got: "Gava yekem li vir hat avêtin, 3 jin li vir bûn endamên meclîsa şaredariyê. Ji ber vê sedemê ev der ji bo me gelekî girîng e. Em serî li hemberî zilma AKP'ê natewînin. Em ê xwedî li gelê xwe û mafê xwe yê demokratîk derkevin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û tu carî paşve gav navêjin. Em carek din bang li gelê Curnê Reş dikin ku xwedî li vîna xwe derkevin. Em şaredariyan nedin qeyûman."