DEM Partî ji bo Wanê serî li YSK’ê da

  • 11:11 3 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li ser betalkirina namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Abdullah Zeydan, serî li YSK’ê da. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatibû hilbijartin. Li ser îtîraza AKP’ê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzetiya Abdullah Zeydan hate betalkirin. DEM Partiyê lil dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKP’ê, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê were betalkirin.