Hevşaredarên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin

  • 20:32 4 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên DEM Partiyê ku mazbatayên xwe wergirtin, tevî bi sedan kesî çûn şaredariyên ku qeyûman deriyan wan li gel girtibû. 
 
Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di hilbijartinê de bi ser ketin, mazbatayên xwe werdigirin. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, tevî gel çûn şaredariyên di destê qeyûman de. 
 
Mûş
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî salan Şaredariya Mûşê bi ferqeke mezin ji AKP'ê stend. Hevşaredarên Mûşê Sirri Soylemez û Tuba Sayilgan tevî gel mazbatayên xwe wergirtin. Paşê big irseyî ber bi Şaredariya Mûşê ve meşiyan. Sirri Soylemez û Tuba Sayilgan ku li ber şaredariyê axivîn, destnîşan kirin ku ew ê rêveberiyeke bi gel re ava bikin. 
 
Milazgîr, Kop, Gimgim 
Hevşaredarên Mizlagirê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozel û Hevşaredarên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Hevşaredarên Gimgimê Kiyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya jî mazbatayên xwe wergirtin. 
 
Êlih
 
Hevşaredarên Awiskê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe girtin. Hevşaredar Celîle Yildiz û Halîl Îbrahîm Karabûlût tevî rêveberên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera Êlihê Zeynep Odûncû çûn edliyeyê û mazbatayên xwe wergirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz ku li ber edliyeyê daxuyanî da, anî ziman ku tevî hemû xebatkarên partiyê û ciwanan bênavber xebitîne. 
 
Girse ku ji ber edliyeyê ber bi şaredariya bajarokê ve meşiya, bi çepikan hat pêşwazîkirin. Di dema meşê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Hevşaredar û girseya bi wan re bi hev r eketin şaredariyê. 
 
Mêrdîn
 
Hevşaredarên Şemrex a Mêrdînê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr jî mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar Kudret û Hamdîn ji ber avahiya DEM Partiyê ya Şemrexê tevî gelek eksan çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Hevşaredarên ku namzetên xwe wergirtin, tevî girseyê çûn Şaredariya Şemrexê. 
 
Hevşaredar li ber şaredariyê daxuyaniyek dan û gotin ku gel xwedî li vîna xwe derketiye û malavayiya her kesî kirin.