Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin

  • 16:31 5 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
RIHA - DEM Partî bi ferqekî 906 dengan li Xelfetiyê şaredarî bi dest xistibû. Li ser îtîrazên AKP’ê, biryar hate dayîn ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Xelfetî ya Rihayê bi ferqekî 906 dengan bi dest xistibû. Li ser îtîraza AKP’ê, biryar hate dayîn ku li Xelfetiyê hilbijartin jinûve bê lidarxistin. AKP’ê dengên derusûlî û yên nederbasdar weeke hincet nîşan da û di 2’yê nîsanê de serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Piştî redkirina îtîrazê, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lijneyê îtîraz qebûl kir û biryar da ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. 
 
‘Rewşeke nenaskirina îrade û hilbijartina bajarê me heye’
 
DEM Partiyê li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar daxuyanî da û bertek nîşan da. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Omer Ocalan di daxuyaniyê de wiha got: “Ji 31’ê Adarê heta niha em têdikoşin. Rewşeke nenaskirina îrade û hilbijartina bajarê me heye. Hilbijartin sabote kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Xelfetiyê îtîraza AKP’ê red kir lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bi awayekî eyarkirî mîna li Curnê Reş, li vir jî hilbijartin betal kir. Em dixwazin têkoşînê mezintir bikin. Em bi Midûrê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar re li ser temînkirina pusulayên dengan ên resen diaxivin. Pusulayên dengan ên bi şev amadekirin avêtin sindoqan lê dîsa jî em bi ser ketin. Lê bi rêya dadgerên eyar kirine hilbijartin betal kirin. AKP li Sêweregê bi ser ket û YRP’ê îtîraz kir. Deng dîsa hatin hejmartin lê hilbijartin betal nebû. Lê belê li Curnê Reş û Xelfetiyê ku DEM Partî bi ser ket û AKP têk çû, hilbijartin jinûve tê lidarxistin.”