Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê merasîma dewrgirtinê

  • 14:37 6 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi merasîmekî wezîfe dewr girtin û gotin: “Dem dema xizmetê yê.” 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin Mustafa Avci ku li şûna qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin, merasîma dewrkirinê hat lidarxistin. Di heman demê de Dayikên Aştiyê û bi dehan kes beşdar bû. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û got ku gelê Wanê di hilbijartinê de bersivek da û vîna xwe hilbijart û wiha domand: "Me zanibû ku em ê bi ser kevin. Ji ber ku gelê me xespkirina vîna xwe qebûl nekir û bi destxistina 14 şaredariyan bersivek xurt da. Gelê Wanê dîrok nivîsî û li ber sekna gelê xwe em bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Dor dora hevserokên me ne ku dê xizmetê bide gelê xwe. Deriyê şaredariyê tim ji gelê me re vekirî ye." 
 
'Pîvana têkoşîna 45 salan e'
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ku şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Mustafa Avci jî axivî û got: "Gelê me morelek mezin da me. Dema gelê li derve berxwedanê televîzyonan de temaşe kirin rondik ji çavên wan dibarî. Em spasiya gelê xwe yê Wanê û kesên ku ji derve hatin xwedî vê vînê derketin spas dikin. Xwestin ku cara sêyemîn derî ji bo qeyûman vebikin, lê belê gelê me derî girt û destûr neda. Gelê me dersek mezin da. Têkoşîna Wanê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bû. Gelê me bedelên mezin dan. Xwedî runeta xwe ya netewîne. Ev pîvan  pîvana bedelên Wanê yen, pîvana têkoşîna 45 salan e. Gelê Kurd bêdeng namînê dê teqez serê xwe bilind bike. Wanê jî ev derket pêş. Em li vir in. Em duh jî li vir bûn, em ê sibê jî li vir bin. Serkeftin dê ya me be. Em ê teqez bi ser kevin."
 
‘Dem dema xizmet û Wanê ye’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî  da zanîn ku gelê Wanê qeyûmên AKP'yî neperijandine û xwedî li vîna xwe derketin û wiha dom kir: “Gel vê hilbijartinê de jî şaredariyên xwe rizgar kirin û ji xespê rizgarkirin. Ger ku îro 14 şaredariyên me rizgar bûne di encama berxwedana hevşaredarên me yên girtî bû. Em ê carekedin xizmeta gelê xwe bikin. Tecrûbeya hevalên xwe bigirin û ji gelê xwe re layiq bin. Dem dema xizmet û Wanê ye.” 
 
‘Em ê Wanê bikin bajarê jin û ciwanan’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku  îro ev berxwedana gelê Wanê danî holê tiştek mezin nîşanê wan daye û wiha bi lêv kir: “Kes nikare pêşiya vîna gel bisekine. Ev berxwedan û serkeftin ya jin û ciwanan e. Ji bo aştî û yekîtiyê gelek hevalên me hatin girtin. Em soz didin ku li ser şopa wan bin. Bi rê û rêbazên rêvebiriyên xwecihî çi pêwîst be em ê bikin. Em soz didin ku ji vê rojê şûnde vê bajarê bikin jiyanek watedar, bajarek jin û ciwanan.”
 
Piştî axaftinan merasîma dewrkirinê bi dawî bû.